Li Amedê zarokek birîndar bû
11:21
Gulan
20
/ 2016
JINHA
AMED - Zarokê bi navê R.D. ê di bin derenceyên maleke de bi madeyeke dilîst di enacama teqîna madeyê de bi giranî birîndar bû.
Bi şev li semta Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê zarokê bi navê R.D. (10) ê di bin derenceyê maleke de bi madeya ku dît û dilîst pêde teqî. R.D. ê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Piştî mudaxaleyê yekem a li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Hate hînbûk ku xetereya jiyanê ya R.D heye.
(rc)