Koçerên ku guh nadin qedexeyan berê xwe dan Feraşînê
11:34
JINHA
ŞIRNEX - Koçerên ku ji ber bomberanakirina zozanê Feraşînê mecbûr man vegerin deştê, ji qontarê çiyayên qedexe yên Botanê carake din berê xwe dan Feraşînê.
Hikûmeta AKP bi polîtîkaya xwe ya şer ve piştî êrîşên qirkirinê di bin navê "herêmên ewlehiyê yên taybet" de zozanan jî qedexe dike. Lê koçerên ku bi sewalkariyê jiyana xwe didomînin guh nadin qedexeyan û ji Nisêbînê derketin rê û berê xwe dan zozanê Feraşînê ya navçeya Elbakê ya Şirnexê.
Koçerên ku herî dawî ji ber bombebarankirina zozanê Feraşînê mecbûr man vegerin deştê, di riya vegera bi zehmet de bi sedan sewalên wan ji ber bombebaranê telef bûn. Koçarên ku gelek caran çûyîna wan a zozanê Feraşînê hate astengkirin dîsa guh nedan qedexeyan û ji qiraxa çemê Dîcleyê ve ji qontarê çiyayên Botanê yên qedexe careke din berê xwe dan Feraşînê.
Koçerê bi navê Abdullah Çinar ê ku berê jî ji ber êrîşên qirkirinê yên dewletê diyar kir ku hêzên dewletê wan asteng dike lê ew qedexeya dewletê nas nakin û dê biçin Feraşînê. Koçerên ku ji çemê Dîcleyê derbas bûn dê çiyayên Gabar, Herekol, Kela Memê û Kato derbas bikin û bigihîjin Feraşînê.
(rc)