Li hember berxwedana Kobanê eleqeya mezin
11:48
JINHA
AMED - Di duyemîn Fuara Pirtûkan a Amedê de pirtûka bi navê ‘Rojnivîskên ketin xakê-Rojnivîskên Destana Kobanê’ ku name û rojnivîskên kesên ji berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane cih digirin, ji aliyê xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin hat.
Fuara Pirtûkan a Amedê ku îsal ya duyem pêk tê, jialiyê xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin tê. Fuar vê dawiya hefteyê wê bi dawî be û gelek pirtûkan eleqeyek mezin dît. Yek ji van pirtûkan ku zêde rastî eleqeyê hat ‘Rojnivîskên ketin xakê-Rojnivîskên Destana Kobanê’ bû. Pirtûk ji aliyê Mursel Yildiz ve hat nivîsin û di pirtûkê de name û rojnivîskên kesên ji berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane cih digirin. Nivîskar Mursel Yildiz sedema herî mezin ya nîşandana eleqeyê eve ku têkoşîna mirovahiyê ya mezin ji aliyê xwendevanan ve tê mereqkirin. Dawiya hefteyê wê di standa weşana Goran de du rojan pirtûkên xwe îmze bike.
( hu)