Di salên 90'an de gund niha jî bajarê wê hilweşî
12:18
JINHA
ŞIRNEX - Hayat Ecer a Botanî di temenê xwe de rastî gelek zor û zahmetiyan hat. Zor û zahmetiyên di jiyanê de derketin pêş Hayat, hêz û têkoşîna wê xurt kir. Çîroka jiyana Hayat Ecer gotina hikûmetê ya "Em dê xelas bikin" pûç kir û bersîva "berxwedana kurdan xurt bû û kurt xelas nebûn" da hikûmtê.
Welatiya Botanê Hayat Ecer di temenê xwe de rastî gelek zor û zahmetiyên jiyanê hatin. Jiyana Hayat têkoşina gelê kurd a li hemberî zilma dewletê vedibêje. Jiyana Hayat kurteçîrka gelê Kurd tîne ber çavan. Hêzên Dewletê di sala 1990'an de gundê malbata Hayat şewitand. Piştî gund hat şewitandin malbata Hayat koçî navenda Şirnexê kirin. Dewletê 25 sal şûnde disa helwest û feraseta xwe neguhert û dîsa mala Hayatê şewitand. Malbata Hayat ji ber zilma dewletê neçar ma ku dîsa koçber bibe. Hayata ku ji ber zilma dewletê xaniye xwe terk kir, niha berê xwe da Bajaroka Dêrgûlê û di kon de bi cih û war bû. Hayat, ji ber di temekî biçûk de gelek zext û zordariyên dewletê dît xwe li hemberî hemû zordariyan bi hêz û xurt kir.
Li bajarê Şirnexe di 14'ê Adarê de dewletê kolan û tax li welatiyan qedexe kir û "Qedexeya Derketina Kolanan' îlan kir. Pişti dorpêç û dagirkeriyê dest pê kir, hêzên dewletê jî bi tang, top û obûsan dest bi êrîşên giran kirin. welatiyên mal û taxên wan di bin êrîşa tang û topan de man, neçar man ku mal û taxen xwe terk bikin û ligund û gundiken derdorê bicih û war bibin. Pêşengên têkojînê jin jî piştî koçber bûn jî dîsa pêşengiyê dikin û bingehê jiyana nû ava dikin. Yek ji malbatên ku ji şirnexê koçberî Dêrgulê bûn jî malbata Hayat e. Hayat Ecer a 55 salî di hemû temenê xwe de zilma dewletê dîtiye û li dijî zilma dewletê bûye xwedî hêz û tecrûbe. Hayat Ecer êdî xwe bêtir bi rêxistin kiriye û bûye hêzek ji pola.
Hayat ku ji gundê Hedrîş ê navçeya Qlabana Şirnexê ye, di sala 90'an de ji gundê xwe koçber bûn. Hayat naxwaze çîroka êş û jarê wê tev li hev bibin û diyar dike ku êşa wê ya koçberiyê ji salên 1990'an de dest pê dike. Hayat, ani ziman ku heta niha wê çîroka xwe ji kesî re negot û nexwest kes vê êşa wê zanibin. Hayat li ser israre bi awayekî xemgîn û bi hêrs û bi helwestek serbilind çîrka xwe parve kir.
'Min navê fermandar Egît li neviyên xwe kir'
Hayat, destnişan kir ku ew nû bi zilma dewletê re rû bi rû nemaye û wiha got: "Di salên 1990'an de gundê me hatin şewitandin, mirovên me hatin revandin û qetilkirin. Hêj wê demê me gelek êş dîtin. Ji bo ez zarokên xwe ji zilm û îşkenceyê biparêzim me berê xwe da çiyê û me xwe avêt hembêza çiyê. Pişti me berê xwe da çiyayên Kurdistanê me Fermandarê yekem ê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egit) nas kir. Min ji ber Egiti û mêrxaziya wî gelek navê zarok û neviyen xwe kir Egît."
'Ahmet Şener gundê me şewitand'
Hayat destnişan kir ku di destpêka sala 1990'an de gundê wan ji aliyê fermandarekî bi navê Ahmet Şener ve hat şewitandin û wiha berdewam kir: "Leşkeran di pêşengiya Ahmet Şener de bi ser gundê me de girtin. Mala me ji bo xwe kirin qereqol. Hemû tiştên ji bo kurdan bi qîmet bûn tev şewitandin."
'Hişmendiya dewletê ya 90'an û ya niha yek e'
Hayat destnişan kir ku piştî dewletê gundê wan şewitand ewil çûn sînorê Başûrê kurdistane û piştre hatin Şirnexê û wiha berdewam kir: "Piştî em hatin Şirnexe îro tîşta bi serê me de hat di sala 90'an de disa heman tişt bi serê me de haibû. Me ewqas êş û elem dit ez bi hêz bûm. Li gundê me korek hebû. Leşker hatin ew bi lêdanê ji malê derxistin. Mal kirin qereqol. Bi mehan li hemû gundiyan îşkence kirin. Bi mehan xortên gund di işkenceyê re derbas kirin. Ti û birçî hiştin û xwê dan wan. Êzîng, zexîre û hemû alav û amûrên me li nava gund kom kirin û şewitandin. Gelek gundî hewl dan întihar bikin. Ji ber tiştê dewletê li me kir em bûn wekî pola. Dewletê li gel wê neheqiyê herî dawî gund vala kir û em ji gund derxistin. Wê demê me zarokên xwe xistin hembêza xwe û em ketin reya koçberiyê. İro em dîsa li ser rêya koçberiyê ne."
Bi rêde zaroka wê çêbû
Hayat, da zanîn ku dema ji gund derketin ducanî bû û li ser sînorê Iraqe zaroka wê ji ber çû. Hayatê, destnişan kir ku di rêwita koçeriyê de zaroka xwe bi îlaca kurdan, şerbetê mezin kir û di rêwîtiyê de gelek caran nexweş ket û ji mirine xelas bû. Hayat, da zanîn ku ji ber ew dayik bû neçar bû bijiya.
'Yên zarok û axa xwe bi salan diparêzin jin in'
Hayatê, herî dawî da zanîn ku îro disa axa Kurdistanê di bin dagirkeri û zilma dewletê de ye û yên îro axa Kurdistanê û zarokên kurdan ji dewletê diparezin dîsa jin in. Hayat, ani ziman ku nêzî 2 mehin di konan de dijîn û li ser axa xwe dewlet hewl dide wan bi birçibûnê terbiye bike. Hayat, da zanin ku dewlet dixwaze kurdan tevan bikuje û bêje "Me kurd xelas kirin û paqij kir" Jin bi salanin hem axa xwe û hem ji zarokên xwe diparezin. Bila dewlet baş zanibe ku gelê kurd tu carî li ser axa xwe ji tî û birçîna namirin."
(rc)