Gelo Gulben Ergenê dengê ‘Rojbaş Nisêbîn’ bihist an na?
13:03
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Stranbêj Gulben Ergen hat Nisêbînê ku lê bi dehan welatî hatin qetilkirin, xanî hatin hilweşandin û şewitandin, bi JOH û POH yên kujer re wêne kişand. Gulben Ergen di vê serdana xwe de JOH û POH’ên ku Emîre Gok y a45 salî ku li ber deriyê wê qetilkirin, Mugdat Ay yê 12 salî ku dema dilîst hat qetilkirin bi dehanwelatiyên din yên qetilkirin, wek leheng îlan kir.
Gulben Ergene ku di Huriyettê de nivîsan dinivîse, bi JOH û POH’iyan re ku li Nisêbînê gelek kes qetil kirin û navçe wêran kir re wêne kişand. Gulbenê hevdîtina xwe ya ku li konbajarê ku veguhertine biryargehê , pêk anî bi ser navê ‘ne dayik, ne bav, ne ewlad, destpêkê welatê’ nivîsî. Gulbenê li ber tabeleya Nisêbînê poz da. Vê serdana wê serdana Marîlyn Monreo ya ji bo sendroma Vîetnamê bibe çare çû Vîetnamê anî hîşê mirovan. Ev mînak divê ku têkçûna DYA’yê ya li Vîetnamê jî bîne hişê mirovan.
Kujer wek leheng îlan kir
Gulbenê di çavderiya xwe de bê navber pesnê JOH û POH’ê da û di hevokên xwe de Nisêbîn wek xaka dijmin dît, têkildarî xaniyên hatine şewitandin, wêrankirin de yek wêneyek bikarnenanî û ji bo Kurdan jî îfadeyên wekê ‘terorîst’ bikaranî, bi vê re jî piştgirî da komkujiyê. Gulbenê di gotarê de îfadeyên derew yên wekê ‘Em qet zirarê nadin sivîlan, ger berê çekan nedin me em êrîş nakin’ bikaranî û serê rastiyan girt. JOH û POH yên ku Emîre Gok ya 45 salî, FEhîme Aktî ya 55 salî, Ahmet Sonmezî 70 salî, Mugdat Ay yê 12 salî û bi dehan welatiyên din qetil kirin, ji aliyê Gulben Ergenê ve wek leheng hatin îlan kirin.
Rojbaş Nisêbîn
Piştî serdana Gulben Ergenê nêzî 30 JOH û POH’î bi giranî bîrandar bûn û 5 heb jî mirin. Di 68 rojan de hejmara windayan bû 71. Nisêbînî niha li bendene ku kîjan navdar ji wan wek terorîst îlan bike. di dema xwe de navdarên ji Vîetnamê re nebûn çare û li Vîetnamê bernameya ‘Rojbaş Vîetnam’ dikirin, nayê zanîn ku li Nisêbînê bê kirin an na.Lê gel ev 68 rojin li dijî îmhayan dibêje ‘Rojbaş Nisêbîn.
(hu)