Bi sedan welatî tecrîd şermezar kirin
14:11
JINHA
EFRÎN – Li Kantona Efrînê bi sedan kes daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
Li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê bi sedan kes ji bo beşdarî meşê bibin, li gundê Upila hatin cem hev. Beşdarên meşa ku ji yê Kongreya Star ve hat organîzekirin de, alên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM’ê, PYD’ê û wêneyên şervanên ku di şoreşê de jiyana xwe ji dest dayî hilgirtin.Meş ji Qada gund destpê kir û ber bi gundê Kotana ve derket rê. Di meşê de beşdaran dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Sêrok Jiyan nabe’, qîriyan. Meşvan li gundê Kotana rawestiyan û li wir axaftin hatin kirin. Piştî rawestîna meşvana daxuyaniya Kongreya Star a derberê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Endma Rêveberiya kongreyê, Rojîn Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tûndî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “ Ocalan zindana Imraliyê ya ku dihat xwestin tê de îradeya kurdan were fetisandin, veguherand çavkaniya ramanên azad û demokratîk.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk bi girtina Abdullah Ocalan difikirî ku ew dikare têkiliya di navbera wî û milyonan kurdan de qut bike, ev jî qet pêk nehat. Di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mafê mirovan hat kirin ku destwerdanê li rewşa Ocalan bike û zextê li Tirkiyê bike, da ku wî serbest berde.
Çalakî li vir bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û Bakurê Kurdistanê bi dawî bû.
(rc)