Li Qoserê 2 dibistan kirin qereqol
15:02
JINHA
MÊRDÎN - Dibistanên seretayî yên Mezopotamya û Sitki Turkoglu yên Qoserê ji tîmên taybet re kirin qereqol. Tîmên taybet piştî derketina zarokan ya ji dersan tên dibistanan û heta saetên serê sibehê li dibistanê nobetê digirin.
Li Qoserê 2 dibistan ji tîmên taybet ve kirin qereqol. Dibistanên Mezopotamya û Sitki Tûrkoglu yên li taxên Mezopotamya û Ersoylu yên Qoserê îro dû roj in ji tîman re kirine qereqol. Hewşên dibistanan bi dîwarên betonê hatine pêçan û li gelek qorziyên hewşên dibistanan kulûbeyên nobetê yên polîsan hatiye danîn. Hat hînbûn ku tîmên taybet piştî derketina zarokan ya ji dersan tên dibistanê û heta saetên serê sibehê li qereqolê dimînin.
Helwesta zarokan li hemberî qereqolan zelal e!
Hat hînbûn ku beriya dû rojan bi awayekî lezgînî di saetên êvarî de hundirê hewşa dibistanan bi dîwaran lê kirine û kulûbeyên nobetê tê de danîne. Zarokên taxa Mezopotamyayê, piştî ku dibistana wan veguherandin qereqolê, lembeyên ceyranê yên kulûbeyên nobetê şikandin û nivîsên Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Demokratîk (YDG-H) nivîsin.
Bi hatina polîsan malbatan zarokên xwe ji dibistanan wergirtin
Tevlî ku di ser veguharandina qereqolê, bi sedan malbatan zarokên xwe ji dibistana Sitki Turkoglu girtin û li dibistanekê din ya taxê nivîsîn. Hat hînbûn ku dibistana Turgut Ozal ya taxa Turgut Ozal jî dê veguherînin qereqola polîsan.
(kom/zt)