Ji hevparên KJA banga li dijî 'Darbê' li vîna xwe xwedî derkeve

15:27

JINHA

RIHA - Hevparên KJA yên Rihayê li dijî hewldana "Darbeyê" bang li her kesî kirin ku li vina xwe xwedî derkevn.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Rihayê, bi boneya her kes li dijî "Darbeyê" li vîna xwe xwedî derkevin, li Kargeriya Ahmet Bahçivan daxuyanî dan. Hevparên KJA'yê di çalakiylê de pankarta "Dest nede vîna min û wekîlê min" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadi" berz kirin. Li ser navê komê Hevseroka DBP'a Rihayê Leyla Coşkun, daxuyani da. Leyla, diyar kir ku dixwaze vîna gelê kurd ya azadiyê bişkînin û rê li pêş daxwaza gelê kurd a azadiyê bigire. Leyla, anî ziman ku ew dê di nava her şert û mercan de li vîna xwe ya siyasî xwedî derkevin û biparêzin. Leyla, da zanîn ku ew dê vê polîtîkaya tarî û înkarê pûç bikin û bang li hemû jinan kir ku li dijî vê plana darbeyê dengê xwe bilind bikin."

(rc)