Jinên Colemêrgê tundî û çanda destavêtin şermezar kirin
15:48
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê Navenda Jinê a Binevşê tundî û çanda destavêtina li ser jinê bi daxuyaniyek şermezar kirin.
Li Colemêrgê Navenda Jinê a Binevşê der barê tundiya li ser jinê û çanda destavêtina li ser jinê li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyanî yê de pankarta "Me tundî destavêtin ne anî ser jiyanê li Hemberî tundîyê dest avêtinê û fuhuşê bêdeng nemine" hat vekirin. Endamên KJA'yê, HDP û DBP'ê tevlî daxuyanîyê bûn.
Daxuyanî Koordînatora Binevşê Sozdar Zekiye Koç xwend. Sozdar diyar kir ku li ser jinan li her deveran tundî pêk tê û wiha got: "Niha li her deverên Tirkiyê li ser jinan tundî pêk tê. Jin bi dayikbûna xwe heya pîrbûna xwe êşên herî mezin dikşinin, hem ji aliyê dewletê ve hem jî aliyê malbatê ve li ser jinan tundî pêk tê. Niha li Tirkiyê tenê ne niha li her deverên Cîhanê li ser jinan tundî berdewam dike û tê jiyan kirin. Li deverên Cîhanê rûyê jinan bi kezzapê tê şewitandin û zarokên keç rastî destavêtinê tên."
Sozdar bal kişand ser deverên cîhanê ên ku pêvçûn û şer lê hene û dest nîşan kir ku li her deverên ku pêvçûn hene li ser jinan tundî û destavêtin pêk tê. Sozdar wiha berdewam kir; "Niha ew deverên ku pêvçûn diqewimin bi pîranî li ser jinan bandor dibe. Ji ber ku li ser jinê tundî dest avêtin li van deran çê dibe. Li Tirkiyê ji tundî û destavêtin her roj zêdetir dibe li Girtigehan, nexweşxaneyan, dibistanan, kargehan li her deveran li ser jinê tundî û destavêtin pêk tê. Em ê li hemberî mêr xwe rêxistin bikin û ew hêza ku em yek û din re digirin dê berdewamî têkoşîna xwe bikin em tundî û destavêtina li ser jinan şermezar dikin."
Jin bi dirûşmeyên "Destê ku dirêjî jinê dibe bişkê" belav bûn.
(zyd/rc)