Li hember şîdetê hevjîn û malbata xwe çû gel jinan
15:58
Gulan
20
/ 2016
JINHA
EDENE - Jina bi navê Ş.B (24) ku bi zorê ji aliyê malbatê ve hatiyê zewicandin, hevjînê xwe terk kir. Ji ber gefên malbatê Ş.B. çû mala stargehê.
Ş.B. a ku li Êlihê dijiya ji aliyê malbatê ve bi zorê hate zewicandin. Ş.B. a ku rastî şîdeta hevjênê xwe di hat çû mala xizmên xwe yên li Edenê. Malbata Ş.B. û malbata hevjîna wê pê hesiyan ku li Edeneyê û xwestin bînin Êlihê. Lê Ş.B. dexwaza malbatê red kir û berê xwe da mala stargeha jinan.
(dt/rc)