'Min di staran û hozantiyê de eşq dît'
09:06
Rûken Dêrik/JINHA
GIRGÊ LEGÊ - Secûre Silo di asta eşqê de ji stran û hozantiyê hez dike û bi vê sewdaseriyê jî stranên herî xweş gotiye.
Stran wek vegotina hestên herî bilind ên civakan tê pênase kirin. Hestên êş û kêfxweşî piranî bi serpêhatiyên ji hev cuda tên hûnandin. Jixwe hozantî ango dengbêjî li Kurdistanê tê wateya vegotina bi hezaran bûyer û serpêhatiyên dilêş. Herî xweş jî jinên Kurd bi dengê xwe yê zelal û zîz dilorînin. Yek ji van jinan jî Sicûre Silo ya 71 saliye. Ew bi eşqeke mezin stranan dibêje û ji hozantiyê pir hez dike.
'Ez li deng û hestên demê borî digerim'
Sicûre Silo ya ji gundê Girkahfikê ya Girkê Legê ye wiha qala jiyana xwe dike, "Ez li vî gundî hatim cîhanê û min demeke pir xweş li vir borand. Ez pirî caran bêriya zaroktiya xwe dikim. Ez bawerim her mirovek jî wiha ye. Ez jî li deng û hestên wê demê, vedigerim. Ez li xewin û xeyalên wan deman digerim." Sicûre di temenê xwe ya zaroktiyê de ji dengê mûzîkê pir hez dike. Mûzîk rûhê wê aram dike û kelecan dide yê. Herî bêtir jî stranên Mihemed Şêxo guhdar û ji ber dike. Di civat û mêvaniyan de, di dawet û şahiyan de, stranan dibêje.
'Li hember feraseta civakê min têkoşîn kir'
Ligel ku di civaka Kurdan de dengbêjiya jinan xweş nedihate pêşwazî kirin, lê Sicûre bi israrek mezin distire, stranên netewî û gelêrî yên Kurdî hîn dibe. Sicûre wiha dibêje, "Min di stran û hozantiyê de eşqeke mezin dît. Vê eşqê hişt ku ez bikaribim hîna zêdetir xwe pêş bixim. Civakê de gelek astengî derket pêşberê min. Lê dîsa jî ez bi xwe bawer bûm. Min dixwest ez vê ferasete bişkênim. Li hember feraseta civakê min têkoşîn kir"
'Hûner di dilê min de her mezin dibe'
Heya demeke dirêj Sicûre stranan distire, zehmetiyên jiyanê hinek ew ber bi paş ve xistibe jî nekarî hozana di dilê wê de bikuje. Sicûre pêvajoya veqetîna xwe ji strandinê wiha rave kir, "Hevjînê min bi nexweşiyeke giran ket. Nema dikarîbû kar bike. Ez jî bêtir bi wî û zarokan re mijûl bûm. Min nekarî ez strandinê bidomînin. Dîsa jî di mal de, li ber kar her û her strananên min dihatin bihîstin." Temenê wê mezin bûye, dengê wê ji vê bandor bibe jî, wiha dibêje, "Huner her û her di dilê min de mezin dibe. Min di stranan û hozantiyê de eşq dît."
(en/rc)