Jinên Ceyhanê: Hûnê nekaribin vîna gel teslîm bigrin
09:07
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên Ceyhanê erêkirina destdayîna Parlementerên HDP'ê û guhertina zagonên bingehîn nirxandin û wiha gotin, "Hûnê nekaribin vîna gel teslîm bigrin."
Pêşûnema "darbeyê" ya AKP'ê bi 376 dengên AKP, MHP û CHP'ê ve hate qebûlkirin. Darbeyê ku AKP'ê li hember siyaseta demokratîk xistiye dewrê rastî bertekê jinên Ceyhanê hat. Sakîne Toprak (57) diyar kir ku bi rakirina destnedayînan darbeye li hember wekîlên HDP'ê û wiha got, "Êrîşên hember parlementerên me li hember vîna meye. Darbeyê ku AKP'ê pêk tîne, di şexsê parlementerên HDP'ê de, li 6 milyon welatî hatî kirin. Ên ku difikirin ku wê wiha Kurdan tune bikin, divê bizanibin ku ew ê bi ser nekevin. Çewan duh me serî ne tewand em ê îro jî xwedî li parlementerên xwe derên."
'Erdogan dixwaze dîktatoriyê înşa bike'
Sakîne da zanîn ku parlementerên HDP'ê ji bo demokrasî û aştî têkoşîn dane meşandin û wiha domkir, "Me dizî û sektekarî nekiriye. Serê me û parlementerên me bilinde. Erdogan dixwaze bi tenê serê xwe welêt rêve bibe û dîktatoriyê înşa bike. Em ê tu caran êrîşên li hember parlementerên xwe nepejrînin." Sakîne di serîde ji bo Kurd û gelên ku deng dane AKP'ê jî wiha got, "Heya kengî hînê destekê bidin. Êdî hişyar bin. Li hember êrîşan demê yekîtî û hevgirtinê ye."
'Em ê ti car nehêlin serê parlementerên me bê xarê'
Fatma Elçîçek (50) destnîşan kir zîhniyeta ku gel bi zorê ser axê wan dide koçkirin, ji niha de vîna gel nasnake û tine dike. Fatma bilêv kir ku parlementerên ku pêşnûmê re gotine 'erê' tev welat ber bi pêşerojek tarîve birin û wiha pêde çû, "Ev ne nûye, bi sed salane vîna me rastî îşkencê û qirkirinê tê. Bi deh salane li hember gelê Kurd zilm tê pêk anîn. Me bi zorê ji warên me dan koç kirin. Lê divê baş bê zanîn ku çi dikin bila bikin ew ê nekaribin vîna me tine bikin. Em ê ti car nehêlin serê parlementerên me bê xarê."
'Parlementerên me di meclîsa gel de wê cihê xwe bigrin'
Fatma Îmîr (52) jî anî ziman ku AKP'ê di 7'ê Hezîranê de wenda kiriye û got ew ê nekaribe vîna gel teslîm bigre û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em ê bi serbikevin û vîna gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Parlementerên me weke 7 Hezîranê û 1'ê Mijdarê ew ê xwe bi hêztir bikin û cihê xwe di nava meclîsên gel de bigrin. Kes nekarî Kurdan tune bike û ew ê nekaribin tune jî bikin."
(rc)