'HPC'ê hêza parastina jin û civakê ye'
09:08
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Rêvebera HPC-JIN ya Kantona Efrînê Roza Hesen qala girîngiya parastina jinan kir û got, "Ji bo avakirina civakeke demokatîk û azad, jineke azad hewce dike."
Li Rojavayê Kurdistanê li beramberî êrîş û destdirêjiyan, gel xwe di warê parastinê de birêxistin dikin. Yek ji rêxistina parastina rewa jî HPC'ê ye û bi mebesta ewlekariya di nav civakê de xebatên girîng pêk tîne. HPC-JIN jî di nav HPC'ê de hîna bêtir bi perspektîfa parastina jinê ya cewherî tev digere. Rêvebera HPC-JIN a Kantona Efrînê mîsyona HPC-JIN û girîngiya parastinê di vê pêvajoyê de nirxand û got "HPC-JIN wek hêza cewherî rola xwe ji bo parastina civakê û jinan dileyîze. Ji bo vê jî pêwîste jin bi awayeke berfireh tevlî qadên parastinê bibin."
Roza 1. Kongeransa Hêza Parastina Civakê a ku di 23'ê Nîsanê de li Kantona Efrînê pêk hatî bi bîr xist û wiha got, "HPC-JIN li ser bingeha parastineke xurt di nav civakê de yekemîn konferansa xwe li dar xist. Beşdariya çalak û elaqeya mezin a jinan ji konferansê re hêjayê gotinê ye. Em dixwazin bi rêya HPC-JIN rêxistinbûna xwe di vê qadê de pêşdetir bibin." Roza destnîşan kir ku êrîş li hember herêmên Rojava berdewam dikin û wiha pêde çû, "Şerê li herêmê û bi taybet êrîşên li ser gelê Kurd û şoreşa Rojava dewam dikin. Ji ber vê jî pêwîstiya me hîna zêdetir bi parastinê derdikeve holê. Jin di vê qadê de bi awayê leşkerî û ewlehî erka parastina civakê hildigire ser xwe."
Li ser girîngiya perwerdeyê jî Roza wiha got, "Ji bo avakirina civakeke demokatîk û azad, pêdivî bi jinên azad dike. Ev jî bi xilasbûn ji zihniyet û serweriya mêrê desthilatdar û sîstema desthilatdar pêk tê. Ji ber vê yekê em girîngiya hêza parastinê ku serî li beramberî desthilatdariyê radike dibînin."
Roza wiha dawî li gotina xwe anî, "Di HPC-JIN de jinên Kurd, Ereb û Sûryan cih digirin û li kêleka hêzên Asyîş û YPG/YPJ'ê bi hev re erka parastinê pêk tînin. Ez hêvî dikim ne tenê civaka Rojava, li tevhiya cîhanê, jin bibin xwedî hêza parastinê."
(cc/rc)