Ji ya mobbîng pêk anî ne, ji ya gilî kir re ceza!

09:09

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL- Sevîl Çoban ya li Defterdariya Stenbolê dixebitî, ji aliyê amîrê ku pê re dixebitî Mehmet Yeryuk ve bi salan rastî mobbîngê hat. Sevîl da zanîn ku mobîn êrîşeke li dijî nasnameya jinê ye û got: “Hevalên min yên jin li hundir bi heman pêkanînê re rû bi rû ne.”

Di pêvajoyake ku şîdet, tacîz û her cureyê pêkanînê rewa tê dîtin de, jin rastî mobbîngê tên. Sevîl Çoban ya li Defterdariya Stenbolê dixebitî, ji aliyê amîrê ku pê re dixebitî Mehmet Yeryuk ve bi salan rastî mobbîngê hat. Sevîl Çoban daxwaznameya gilîkirinê da defterdariyê. Lê ne Mehmet, Sevîl hat cezakirin û surgunkirin.

‘Ezê têbikoşim’

Sevîlê got hevalên wê yên din jî rastî heman pirsgirêkê tên û got: “Mehmet Yeryuk, gotinên ku mirovan biçûk dixîne yên wekê ‘neaxive, derkeve derve, ji xwe ti vê nizanî, ger ti biaxivî emê te bişînin’ diaxivî. Yên ku karibûn tayîna xwe bigirin, girtin û çûn. Lê ji min re digot heta ez li vir bim tuyê jî li vir bî. Min jî got êdî bes e. Ezê têkoşîna xwe bidomînim.”

‘Li şûna çareseriyê tayîn’

Sevîl tiştên beriya pêkanîna mobbîngê wiha vegot: “Min ji bo tayînê ji serokatiya xwe tayîn xwest. Lê qebûl nekirin. Min jî daxwazname da amîrtiya jor. Ez di heman demê de nûnera sendîkayê me. Ez endama Sendîkaya Teqawîtên Buroya Desterdariyê me. Em bi hevalên xwe re çûn wir. Min daxwaznameya gilîkirinê dayê. Piştî daxwaznameyê min nexweşiyên xwe jî anî ziman û destur girt. Lê tayîna min dernexistin. Piştî ez vegeriyam gotin me çareser kiriye û gotin em te dişînin Midûriyeta Mal a Eyubê. Departmana ku ez şandimê jî qet lê nexebitîbum. Tevî ku min got ne li gor şert û mercên jiyana mine jî ez hatim surgun kirin. Wan jî got na. Gotin me wisa di cih de dîtiye."

'Ezê pêvajoya darazê bidim destpêkirin'

Sevîlê da zanîn ku pêvajoya darazê bide dest pê kirin û got ji bo zext û mobbîngê îspat bike wê hemû torên têkoşînê bikarbîne. Sevîlê bi lêv kir ku wê heta dawiyê doza xwe bidomîne. Her wiha Sevîlê di berdewamiya axaftin xwe de destnîşan kir ku pêkanîna mobbîngê êrîşeke li dijî nasnameya jinê ye.

(hu)