Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan li fuarê standa xwe vekir

09:09

JINHA

AMED - Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan ji ber qedexeya li ser Sûrê 7 heyvin xebatê xwe di cih de rêve nedibir, li 2. Fuara Pirtûkên Amedê standa xwe vekir.

Li navçeya Sûra Amedê ya ku ji 2'ê Kanûna 2015'an û şûnde qedexeya derketinê lê dewam dike, bandor li gelek xebatên civakî kir. Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan ku li Taxa Dabanogluyê xizmetê dida zarok û jinan, 7 heyvin ji ber qedexeyê nikare xebatên xwe di cih de rêve bibin. Ji ber êrîşên herî giran li taxÊ pêk hatî gelek amûrên kooperatîfê wenda bûne. Endama Lîjneya Rêvebera Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan Nevîm Yakut Gûnay diyar kir ku ew çend heyve xebatên xwe li cihên cuda pêk tînin û got ew bi biryarin ku ji Sûrê derneyên. Nevîm da zanîn ku wan li Taxa Ziya Gokalpê cihek bi kirê kirine û wiha domand, "Cihê ku me kirê kiriye tu amûrên me nîne, pêdiviyê zarokan jî gelek e."

'Êdî cihek me heye'

Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan a ku li nava Sûrê 14 salin xîzmetê dide, li cihên din ligel zarok û jinan tên gel hev. Nevîm destnîşan kir ku ew ji bo pêdiviyê zarok û kooperatîfê pêşwazî bikin li fuarê stand vekirine û wiha pêde çû, "Salê borî jî saziyê me ji bo pêdiviyên xwe stand vekiribû. Lê îsal vekirin ji bo me gelek girîng bû. Me ji bo zarokan xebatên cuda pêk anî. Em naxwazin ji Sûrê derên, ji ber vê em derbasî Taxa Ziya Gokalpê bûn. Êdî cihek me heye û em ê tevî zarokan bên cem hev. Bi taybet zarokên ku bûne maxdûrê şer."

Nevîm balkişand ku ji ber bûyerên li Sûrê eleqeyek mezin li hember standa wan heye û got ew bi 50'î kesên dildar ve standê vekirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em tevî hevalên xwe li malê, kulîçe, borek, kutilk û nanê sêlê amede dikin û li standê difroşin. Pereyên ku em bi dest bixin jî ji bo pêdiviyên zarok û saziyê em ê bikar bînin."

(rc)