'Xendek hincet bû armanc dest dayîna ser Sûrê bû'
09:10
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED - Azize Albaydanci ya ku ji ber êrîşên giran yê li ser Sûrê di roja 26'ê ya qedexe derketiye got, "Li gel ku tiştek nîne jî qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ev yek dide diyar kirin ku xendek ne meseleye. Hendek hincet bû. Hêzên dewletê bêy ku bêjin zarok û pîr êrîş kirin. Her ku êrîş dikirin kevir bi ser mede dihat xarê."
Li navçeya Sûra Amedê ku di 2'ê Kanûna 2015'an de 'qedexe derketina kolanan' hat îlan kirin, ligel ku di 10'ê Adarê de daxuyaniya rabûna qedexeyê hat dayîn jî cardin qedexe berdewam dike. Di êrîşên 99'e rojan de gelek sivîl hatin qatilkirin û gelek cihên dîrokî ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin. Li Sûrê hîn qedexe derketina kolanan berdewan dike. Tu kes nizane ka polîs li nava Sûrê çidikin. Li Sûrê wêneyên tax û kolanên ku hatine hilweşandin, tên parvekirin. Ligel ku şer bi dawî bûye jî, di derbarê hilweşandina mal û taxande tu agahî nayê dayîn.
Azize Albaydanci ya ku ji ber êrîşên giran yê li ser Sûrê di roja 26'an ya qedexê derketiye de bertekên xwe anî ziman. Azize di heman demê de yek ji jinên ku di salên 38'an de li Surê jiyan kiriye. Azize diyar kir ku bi israr heya rojên dawî xwestiye li Sûrê bimîne û got ku bi sedan mirov ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. Azize bilêv kir ku ji ber êrîşan, welatî neçar man ji malê xwe derkevin û wiha berdewam kir: "Hertim teqîn çêdibûn. Ligel ku em li derve bûn jî bûyerên li Sûrê pêk dihatin yek bi yek me her roj jiyan dikir."
'Me surgun kirin'
Azize ya ku temenê xwe li Sûrê derbas kiriyê wiha got: "Min zarokatî û ciwantiya xwe li Sûrê jiyan kir. Sûr xak û welatê me ye. Dewletê me ji ax û warê me surgun û der sînor kirin. Ne bese em surgun kirin hemû der xira kirin. Gava ez Sûra xira kirî dibînim dilê min dişe. Gotin 'operasyon dawî bû' lê hîn jî derketina kolanan qedexeye. Em nizanin ka li xazîna digerin an cenaza kom dikin. Ev çiqas deme li Sûrê çidikin, dibe ku bermahiyên dîrokî jî direven in. Ev mayîna dewletê li Sûrê ne rewşek asayî ye. Hêzên dewletê dizanîbûn li Sûrê sivîl hene lê bi zanabûn êrîş pêk anîn. Digotin di hundir de ' sivîl tune' lê derew dikirin. Ji bo hesab neyê pirsîn li Sûrê sivîl qetil kirin."
'Çima hîn jî dernakevin'
Azize destnîşan kir plana li ser Sûrê berî niha jî xwastin bikin dewrê û wiha pêde çû, "Hemû kes zane xendeq hincetbû armac Sûre. Eger derdê wan tenê xendek ba, li ser operasyonê Sûrê du heyv derbas dibin ku qediya ye. Çima hîna li nava Sûrê dimînin. Diyare xendek hîncete. Ne gotin zarok û kal hene bi topan êrîşî taxan dikirin. Her gava teqîn çedibû perçeyên keviran bi ser me da dihat xarê. Tu kesî malê xwe yê Sûr ê nedifirot. Ji bo tu kes nedixwest ji Sûr bê xirab kirin. Dewletê ev yek farq kir û xwest bi riyên cuda bikeve Sûrê û xira bike."
'Gelê Sûrê heya dawî li berxwe dan'
Azize bilêv kir ku wan tu car ji ciwanên taxê zirar nedîtine û wiha dawî li gotina xwe anî, "Rojek tu kes em aciz nekirin. Berovajî me xwe di nava ewlehiyê de didît. Ciwanên hatî qetilkirin tev zarokên Sûrê bûn. Ciwan li gel dayik û bavê xwe di parastinê de bûn. Wan ciwanan tenê parastina xwe dikirin. Armancê ciwanan ne zerar dayîna welatiyan bû, ji bo aştî û azadiyê li vir bûn. Sûr heya dawî li ber xwe da."
(dt/rc)