Esma Semsur: Pergala Federaliyê xwe dispêre hêza jinê

09:53

Gulan Gabar/JINHA

BEHDİNAN - Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Esma Semsur diyar kir ku li Rojava-Bakurê Suriye Perlaga Federaliya Demokratîk pergalek xwe dispêre hêza jinê û got: "Ji bo wê jî bi vîn, hişmendî û biryardarî tevlîbûna jinan mijarek stratejîke. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi rêxistina xwe ya cewherî û vîna xwe ji bo guherîn û avakirina civakê hîn zêdetir xwe bihêz tevlîbikin."

Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Esma Semsur diyar kir ku li Rojava-Bakurê Suriye Perlaga Federaliya Demokratîk ji ajansa me re nirxand. Esma destnîşan kir ku ji dîrokê heya niha bingehê pir xurt ê bi hev re jiyankirina gelan heye, ji bo wê jî li Rojava-Bakurê Suriye Perlaga Federaliya Demokratîk xwediyê giringiyek mezine û wiha domand: "Yek ji taybetiyên sereke yê erdnîgariya weke Bakurê - Surye tê binavkirin, gelek çand, nijad û bawerî bihev re jiyan kirine. Herêma ji bo Akdenizê hatî vekirin yekgirtina ticaret-ilim-din-çandê ye, her dem bûye cihek bandorker û zindî. Di dîroka Mîtannî, Misir û Hititan de yekem Hevpeyîmana Aştiyê di nava çanda Aryen û Semitik de, her wiha erdnîgariyeke ku li ser zimanên cuda bi hev re jiyan kiriye. Ji bo wê jî gelên kurd, ereb, suryanî, keldanî, asurî, ermeni, turkmen û wekedinê bi hev re jiyankirine, dewlemendiyên çand û baweriyan kombûye. Li gel sepandinên polîtîkayên yekane yên pergala netewe-dewletê jî gelan rêya bi hev re jiyan kirinê hîn bêhtir zaniye."

'Pergala Federaliyê xwediyê rastiyek dîrokiye'

Esma da zanîn ku pergala Ferderasyona Demokratîk a Bakurê Suriye xwediyê rastiyek dîrokî û kure û wiha berdewam kir: "Pergala federaliyê ceribandinên jiyana hevbeş ên gelane. Sekna biyanî û parçebûyî ne li gorî pergala federaliyêye. Di sedsala 20'an de hêzên deshilat bi sepandina netewe-dewletê gelek êş, hilşeşandin û felaket ser vê erdnîgariyê dan jiyandin. Di roja me de perdeya xwe ya dawiyê dijî. Bi awayê çareseriyê ti gavavêtina van hêzan nîne."

Esma pirsa "Hevdîtinên Cenevreyê bi hevgirtina kîjan vîna dîrok, civak, çand û polîtîkayê berdewam dike?" kir û got: "Bi navê çareseriyê hêzên deshilat berjewendiyên xwe bi hev re pardikin, ji bo wê jî vîna gelan napejirînin û çareseriyê pêşnaxin. Federasyona Demokratik a Bakurê Suriye ji bo xelasiya hemû gelên Rojhilata Navîn ji nava qaosêye. Em dikarin bêjin ev model ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêya herî rast a çareseriyê ye. Niha ne Cenevre, hemû gelên Rojhilata Navîn tayîbetî jî di nava gelê ereb de divê ev model bê nirxandin. Ev ji bo parçebûna nava ereban jî rêya hevgirtinêye. Dîsan di nava gelê Yemenê de bê têrayî ve model hatiye nîqaşkirin. Di rastiyê de pirskirêkên gelan û rêyên çareseriyê yên gelan yekin."

‘Pergala Kantonê di nava xwe de wek federeyê ye’

Esmayê destnîşan kir ku pergala federal ya Demokrtîka ya Sûriyeya Rojava-Bakur, yekane pergala ku ji pirsgirêkan re dibe çareserî eve û wiha got: “Tecrubeyeke hema hema xwe digihîne 4 salan a Xweseriya Demokratîk ya Rojava heye. Hêzên navneteweyî vê wek statu qebûl nekekin jî, di alî mirovahî û gelên cîhanê de realîteke ku rewabûna wê heye. Pergalal Kantona Rojava her yek di nava xwe de federeyê ye. Di her sê kantonê de ji avabûna îdarî ya navendî bûye wêdetir, her kantonek rêveberiyek wê ya xweser heye. Di warê rêgezî de hemû jî xwedî sazbûneke xweseriya demokratîkin. Cudabûna wan bi dewlemendiya wan ya ziman, çand û ol re eleqedere. Tecrubeya li Cizîrê modeleke girîng ya jiyaneke bi hevre ye.”

‘Ruhê Modelê ji serî de ji cudahiyan re vekirîbû’

Esmayê di berdewamiya axaftina xwe de got di destpêkê de her çiqas wek tecrubeya gelê Kurd derketibe holê jî gelê din jî di nava vê pergalê de cih girtiye. Esmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrubeya gelê Kurd ya ku rêveberiya xwe ya xweser ava bike tinebû. Pêvajoyeke sazbûna di nava xwe de girantir bû. Lê ruhê modelê ji serî de ji cudahiyan re vekirîbû. Her ku avabûnê serkeftin qezenc kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de encam girt, Rojava wek herêmêm bi îstîtrark û bawer nasname qezenc kir, hemû gelên din di qadên polîtîk û parastinê de, di qadên jiyanê yên wekê perwerde, aborî û tenduristiyê de ev model esas girtin.

‘Me lez da xebatên Destura Bingehîn’

Esmayê da xuyakirin ku jinên Ereb ji xwe re hawira pêşketinê dîtine û bi awayekÎ zindî beşdar bûne û wiha got: “Di Kongra-Starê de jî rol û mîsyon girtin. Hewl dan rêxistinbûna xwe ava bikin. Tecrubeyek girîng derket holê. Di rewşa heyî de Meclîs Damezrîner ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dest bi xebatên xwe kiriye. Bi hemû gelan re, baweriyan re û jinan re ketine pêvajoyeke nîqaşê ya nû. Her çûye lez dane xebatên xwe yên Destura Bingehîn.”

‘Hilberandina çareseriyên hevpar wê mumkun be’

Esmayê got Federasyona Demokratîk wê xwe bispêre pir zimanî, pirçandî, azadiya ol-wijdanê, wekheviya jinê, wê gel li cihê xwe biparêz e. Esmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji avabûneke îdarî ya navendî wêdetir, wê rêveberiya xweser ya herêmî bê esas girtin û wê avabûnên di bin bana Meclîsa Federal de esas bên girtin. Bi muzakereyên hevpar re wê çareseriyên hevpar bên hilberandin.”

Esmayê rola jinê ya di vê pergalê de jî nirxand û wiha got: “Pergala hatiye ava kirin wê modeleke di esasa jinê de be. Jin hem di pêkanîna pratîk ya vê modelê de û hem jî di înşakirin û jiyandina vê zîhniyetê de wê hêza herî mezin a dînamîk be. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi awayekî xurt beşdar bibin.”

(hu)