Jinên Şirnexî li hember şer jiyanê avadikin
10:11
JINHA
ŞIRNEX - Li hember Şirnexa ku 'qedexeyê derketinê' lê berdewam dike, konên Malên Afetê hatin danîn. Jinên ku navê jiyanê li hember şer hildane, daxwaza rabûna dorpêça li ser bajarê xwe kirin.
Li Şirnexê 'qedexeya derketina kolanê' di roja 68. rojî de berdewam dike. Malbatên ku neçar mane malên xwe terk bikin, li konên Malên Afetê ên girêdayî bajêr hatî avakirin, têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di konan de dijîn û her yek ji wan xwedî serpêhatiyek cûda ye, li ber çavê wan her roj bajêr bomebe kirin dilê wan dişewitîne. Ligel her êşî jinan jiyanê hemêz dikin û jiyanê li dora xwe ji nûve avadikin.
Li nava konande jî mirov dikare hêviyê jiyanê bibîne. Di her konê de nivîn li ser hev dane rêzkirin û pêdiviyên xwe ên zexîre jî di bin wan nivînan de xistine rêzê. Jinên ku jiyanê didomînin, herkesê ku serî li wan dide bi rûkenî pêşwazî dikin. Jinên ku li ber konê agir vedidin, li gorî pêdiviyên xwe xwarinên xwe amede dikin. Tevahî pêdiviyên xwe ên jiyanê li dora xwe rêzkirine. Bi hatina mehên havînê re, êdî pêdiviyê herî mezin ave. Şaredariya Şirnexê gava ku avê tîne, jin dikevin rêzê û bi bîdonan avê xwe dadigrin.
Raperîn di nêrîna çavan de ye...
Zarok bi kenê xwe dayîkên xwe kêfxweş dikin. Zarok li Şirnexê temaşe dikin û wiha mezin dibin. Di her bombabaranek yê li ser Şirnexê di çavê jinan de raperîn tê dîtin. Jinên ku jiyana nû li dora xwe avadikin, wiha dibêjin, "Me tu car dev ji axê xwe bernedaye. Xwestin me bidin koçber kirin. Ew ê ti car bi ser nekevin." Jinên ku benda rakirina qedeyê ne, banga hişyariyê kirin.
(rc)