‘Bi astengkirina alîkariyan dixwazin gel koçber bikin’

10:42

JINHA

ŞIRNEX – Hevşaredara Bajaroka Kumçati Ozlem Kutlu ji bo Şirnexiyên ku hatin koçberkirin û di konan de berxwe didin, piştgiriya aborî da. Ozlemê diyar kir ku hewcedariya sereke ya gel konin û got Walîtî alîkariyan asteng dike. Ozlemê destnîşan kir ku Walîtî bi armanca ku gel koç bike alîkariyan dibire û got ev cureyekê din yê şîdetê ye.

Li Şirnexê di encama êrîşên li dijî berxwedana rêveberiyên xwese de bi dehezaran kesî malên xwe terk kirin. Mirovên ji malên xwe koç kirin beşeke wan ya mezin li navçe û bajarokên girêdayê Şirnexê bicih bûn. Şirnexî bi biryarin ku ji xaka xwe dur nekevin.Yek ji cihên ku Şirnexî lê bicihbûne bajaroka Kumçatiye. Nêzî 15 hezar welatî li bajarokê bi cih bûne. Hevşaredara Kumçatiyê Ozlem Kutlu diyar kir ku ew hewl didin alîkariyê bidin welatiyan û got beşek mezin a welatiyan di konan de dijîn.

‘Hewcedariya sereke kon e’

Ozlemê da zanîn ku hewcedariya herî mezin a gel konin û got di konên ku li nêzî bajarokê hatiye avakirinê de 5 malbat di konekî de dimînin. Ozlemê got wan wek şaredariyê hewl dane vê hewcedariya wan ji holê rabikin. Ozlemê di berdewamiyê de da zanîn ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Rojava û saziyên din piştgirî dane lê vê têr nekiriye û got: “Bi hevkariya saziyên me alîkarî hat ji me re. Lê têr nakin. Hewcedariya gel pêk nayne. Di alî hewcedariya tenduristiyê de jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Di şert û mercên nebaş de dijîn. Wê bandorê li ser tenduristiya wan bike. Em niha ji bilî alîkariya xurekê alîkariya tenduristî, deman jî didin. Zarok, extiyar, nexweş hene.”

Walîtiyê bersiv neda serlêdana me

Ozlemê bi lêv kir ku gelê Şirnexê zehmetiyên pir mezin kişandine û koçberî lê hatiye ferzkirin û got: “Di rojên borî de welatiyên kon vedabûn, rastî bombebaranê hatine û dîsa koçber bûne. Ji ber gel li qadek berfireh belav bûne, em di alî xizmetê de zehmetiyan dikişînin. Me serî li Walitiya Şirnexê da lê hîna bersiv nedaye.”

‘Alîkariyan li cerdevanan belav dikin’

Ozlemê da zanîn ku Walitî alîkariyên tên beşek wê li cerdevanan belav dike û got: “Walîtî dixwaze pêşiya alîkariyan bigire û gel koçber bike. Bi taybet dixwazin gelê Botanê ji van xakan qut bikin. Lê gel di vê mijarê de bi hestiyar tevdigerin.”

‘Şirnex dikare birînên xwe bikewîne’

Ozlemê bi lêv kir ku divê her kes tiştên li Botanê tên jiyîn bibîne, bêdeng nemîne û got: “Şirnex birînên xwe dikare bixwe bikewîne. Divê derdora Botanê deng bide dengê wan.”

(hu)