Li dijî îstîsmarê li tax û navçeyan perwerdehiya hişmendiyê
11:03
JINHA
AMED – DIKASUM’ê li tax û navçeyan li dijî îstîsmarê perwerdê dide jin û zarokan.
Ji aliyê Navenda Sepan û Lêkolîna Pirsgirekan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DIKASUM) ve perwerda li hember istismara zayêndî ya 'cudabûn' û 'xwe naskirinê' tê dayîn. Perwerdehiya ku li tax û navçeyan ji bo zarok û jinan tê dayîn, rastî eleqeyêk mezin tê.
‘Karê mezin li ser pişta malbatê ye’
Civaknas Nihal Ozbek diyar kir ku di bûyerên îstismarê de, peywir dikeve ser mila malbatan û wiha berdewam kir: "Di perwerdeya ku em didin de, em ketin ferqa van tiştan. Malbat ne di ferqêdene ku ka kîjan tevger îhmal û kîjan istismara li zarokên wan tê kirin. Malbat ji perwerde ku em didin kêfxweşin.” Nihalê destnîşan kir ku armanca wan eve ku bigihîjin hemu zarokan. Nihalê got: "Ne mumkune bi van xebatan em pêşî li îstismara zayêndî bigirin. Divê hîn betir xebat bên kirin. Bila saziyên xizmete civakî jî piştgirî dibin xebatên me."
'Bi zarokan re gelek kemasî hene'
Nîhalê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelek kemasiyên zarokan hen e. Zarokên 6 salî hîn bedena xwe nasnakin. Di perwerdeyan de em van kemayiyan ji malabatan re tînin ziman. Zarokên rastî istismara zayêndî tên di navbera temenê 4-7'an de ne. Ji bo zarokên di vî temenî de ne di ferqa bedena xwe dene û faîl bi amurên pêlîstokan tên gel wan. Gelek peywir dikevê ser mile dayik û bavan. Ji bo ev bûyerê tên jiyînn em perwerde didin malbatan, jin û zarokan."
'Divê malbat zarokan bi perwerde bikin'
Civaknas Gunay Yakut jî ku di Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitê, di der barê perwerdê de ev agahî dan. Gunay destnîşan kir ku ji bo ew pêşiya îstismara zayêndî bigirin, perwerdê didin zarok û jinan û wiha berdewam kir: "Li hemu deverên Tirkiyê agahiyên istismara zayêndî zedetir dibin. Li Amedê ev bûyêrê istismara zayêndî pir in. Me ji bo van bûyêran xebatên perwerda hişmendiyê da destpekirin. Gelek xal henê ku malbat hînî zarokên xwe bikin. Divê zarok bedena xwe naske û di bûyerê istismara zayêndî de zanibê bertek nîşan bidin. Ji bo em van tiştan hînî zarok û malbatan bikin me ev perwerde daye destpekirin."
(dt/hu)