Meclîsa Federaliyê rojnamevanên di çalakiyê de ziyaret kirin

11:39

JINHA

QAMIŞLO - Duh êvarê heyeteke berfireh ku hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedral Demokratîk a Rojava-Bakûr Sûriyê jî di nav de, serdana çalakiya rojnamevanan a li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo kirin.

Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsuf û Mensûr El-Selûm, Hevserokê Desteya Tekîliyên derve Ebdulkerim Omer, Hevserokê Meclîsa Rêvebêr Ebdulkerîm Saroxan, Cîgere wî Husên El-Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Rêvebêrên TEV-DEM û rêveberê PYD'ê Diyar Qamişlo serdana rojnamevanên ku di çalakiya "Na Ji Bêdengiyê Re" li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo nobetê digrin kirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad ji 3'ê Nîsanê ve çalakiya 'Na Ji Bêdengiyê Re' daye destpêkirin û ev çalaki her roj ji hêla komek rojnamevanên Rojava didome. Yekîtiya Ragihandina Azad da diyar kirin ku armanca wan ji vê çalakiyê şikandina bêdengiya li beramberî êrîşên dij-mirovahî yên dewleta Tirk ku li beramberî gelê sivîl qirkirina pêk tîne ye. Bi vê mebestê jî 8'ê Gulanê jî ev nobet bi awayeke zindî tê weşandin. Ev kampanya heya niha di asta raya giştî ya cîhanê de bandorek çêkiriye. Her wiha ji hêla gel, rêxistin, sazî û rêveberên Rojavayê Kurdistanê jî tê ziyaretkirin. Heyetek ji rêveberan ku Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî di nav de bûn, serdana rojnamevanan kirin û ji wan agahiyê dawî di derbarê rewşa Nisêbînê wergirtin. Hevseroka meclîsa damezirîner Hedye Yûsuf ji piştî serdanê ji ajansa JINHA re axivî.

'Çalakiyeke pîroz û hêja ye'

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yûsuf got, "Em wek Hevserokên Meclîsa Damezrîner û rêveberên din ên Rojava bi hevre hatin serdana çalakvanên 'Na Ji Bêdengiyê Re' û dixwazin vê kampanya YRA'yê silav bikin. Ev çalakiyêk gelek pîroz e û karên dikin cihê teqdîre ye." Hedye çêkirina dîwarên di navbera Nisêbîn-Qamişlo de bi bîr xist û got, "Di rojên dawî de kiryarên dewleta Tirkiye ên îhlalkirina sînorê Rojava, çêkirina dîwaran di navbera Nisêbîn û Qamişlo zêde bûne, niha li ber çavên me Nisêbînê didin ber topan û jiyanê xiradikin. Em van kiryaran şermezar dikin. Em wek gelê Kurd yekin û tu kes nikare me parçe bike. Ew siyasetên qirêj, şoven ê ku îro dixwazin gelê me carek din ji hev parçe bikin, dê bê encam bimînin."

Di berdewama axaftina xwe de Hediye got "Dewleta Tirk û Kurdên xiyanetkar ên ku li hemberî gelê xwe di refên dijmin de disekinin, sînoran li ser Kurdan ferz dikin. Ji ber vê yekê jî em hatine vê derê dibêjin, kes nikarê îrada gelê me bişkîne, nikarê ruhe şoreşê ku li her çar aliyên Kurdistanê îro her diçe kûr dibe bikuje. Gelê Kurd wê yek be. Gelê Kurd wê bi berxwedanê ku çawa niha li Nisêbînê li himber hemû kiryarên hovanê li berxwe dide, li Şirnexê, li Rojava li berxwe dide, li hember terora DAİŞ'ê li berxwe dide, li Şêx Meqsûd li berxwe dide, wê heya azadiyê vê berxwedaniya xwe bidomîne. Ev serkeftin di heman demê de wê serkeftina gelên herêmê jî bi xwe re bîne. Ji ber vê yeke jî, em li dijî van siyasetên şoven in, em ê rihê berxwedanê bilind bikin, bi îradeya serkeftinê berxwe bidin. Em şoreşa Bakurê Kurdistanê silav dikin. Berxwedana îro li Nisebînê pêş dikeve, em ji dil silav dikin, wan pîroz dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Hediye got, "Ev sed sal ya me ye. Serkeftin ya me, azadî para me ye. Gelê me wê li Başur, Bakûr, Rojhilat û Rojava wê li berxwe bide ji bo azadiyê misoger bike. Em ê bi hev re bi rêberê xwe Rêber Apo re rojên azad bijîn."

(gb/en/rc)