Li Şirnex û Nisêbînê berxwedan didome
12:22
JINHA
ŞIRNEX/MÊRDÎN – Li Nisêbîna Mêrdînê û Şirnexê berxwedanên rêveberiya xweser didome. Li Şirnexê cerdevan tevlî êrîşên hêzên dewletê hatin kirin û malên gel tên wêrankirin. Li Nisêbînê jî pevçûnên dijwar tên meşandin.
Li Şirnexê êrîşên li dijî berxwedanên rêveberiya xweser di roja 68’an de berdewam dikin. bi hezaran hêzên dewletê yên wekê Polîsên Tevgera Taybet (POH) û Tevgera Taybet a Cendermeyan (JOH) ku êrîşan pêk tînin, piştre jî xaniyên bi topan hatine hilweşan, didin ber agir. Her wiha ji bajarok û gundan jî bi armanca piştgiriyê bidin êrîşên hêzên dewletê cerdevan tevlî êrîşan kirin. Cerdevanên di operasyonan de cihê xwe girtin, hat hînbûn ku xaniyên hatin hilweşandin jî talan dikin. Bi taybet jî cerdevanên Qesirgê alavên ku talan kirin, bi kamyonan derxistine. Hate îdia kirin ku kamyonek li nokteya lêgerînê ya polîsan hatiye girtin.
Li Nisêbînê pevçûnên dijwar
Li Nisêbîna Mêrdînê jî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adarê de hat îlankirin ket rja 69’emîn. Di saetên şevê de li taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê di navbera hêzên dewletê û endamên YPS û YPS-JIN’ê de pevçûnên dijwar pêk hatin û heta sibehê berdewam kir. Li navçeyê bombebaranek zêde hat kirin û heta sibehê teqîn pêk hatin. Ji ber teqînê bi dehan xanî û kargeriyê xesar dîtin. Li navçeyê tevgera wesayîtên zirxî balkişand.
(hu)