Li Şirnexê mal têne şewitandin

13:01

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnex a ku berxwedana xwerêveberiyê kete roja 68'emîn, li taxên Dîcle û Cumhuriyetê gelek mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Li derûdora taxa Bahçelîevlerê jî YPS û YPS-JIN'ê darbe li tankekî xistin.

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê kete roja 68'emîn û pevçûn û bombebaranên li bajar bi şev heta sibehê berdewam kir. Bi şev heta sibehê li taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle û Cumhuriyetê di navbera hêzên dewletê û endamên YPS û YPS-JIN'ê de pevçûn berdewam kir serê sibehê jî taxên Bahçelîevler û Yenîmahalle bi obusan ve hate bombebarankirin.

Ji ber bombebaranê ji taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê dû bilind dibe û derûdora taxa Bahçelîevlerê endamên YPS û YPS-JIN'ê darbe li tankekî xistin. Piştî ku tank hate derbkirin hêzên dewletê yên xwestin bikevin taxê paşve vekişiyan.

Li taxa Bahçelîevlerê pevçûnên dijwar diqewimin, li taxên pevçûn heye tevgera ambulansan jî heye. Li taxên cuhmuriyet û Dîcleyê gelek mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin, şewat didome. Di navbera Yenîmahalle û Tekserê di qada leşkerî de tevgera leşkerî balê dikişîne, li bajar tevgera balafirên bêmirov (ÎHA) û helîkopteran jî tê dîtin.

(rc)