Dayikên Şemiyê: Piştî me jî wê ev têkoşîn bidome
14:16
JINHA
STENBOL- Dayikên Şemiyê di 582’emîn hefteyê lêgerîna xwe ya edeletê de hatin cem hev û daxwaza xwe bilind kirin. Dayikên Şemiyê gotin ; ‘Saxbin ez dixwazim, ger miribin hestiyan dixwazim. Emê vê têkoşînê bernadin. Piştî me wê ev têkoşîn bidome. Me bedelên mezin dan. Ev qad şahidê vê ye.
Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 581’ê de li Qada Galasarayê pêk hat. Dayikên Şemiyê pankarta ‘Berpirs diyarin, winda li ku ne’ vekirin û wêneyên windayan hildan, qurnefîlên ku lêgerîna edeletê nîşan dide hildan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Nezîr Acar yê di 1992’an de hat windakirin pirsîn.
‘Piştî me jî wê ev têkoşîn bidome’
Li ser navê malbata Nezîr, birayê wî Salîh Acar name şand û çîroka windabûna birayê xwe vegot. Piştre jî got ‘Heta em bijîn ezê li birayê xwe bigerim.” Piştî xwendina nameyê birayê Hasan Ocak k udi 1995’an de di binçavan de hat windakirin, Alî Ocak mafê axaftinê girt. Alî wiha got: “Em îro ketine sala 21’ê ya lêgerîna xwe. Me Hasan di 17’ê Gulanê de dîtibû. Em di şexsê Hasan de sûcên li dijî mirovahiyê hatine jiyîn tînin ziman.”
Xwişka, Mehmet Şîrîn Maltu ku di 95’an de di binçavan de hat windakirin, Perîhan Maltu mafê axaftinê girt û got: “Ger saxbe ez wî dixwazim, ger mirîbe ez hestiyên wî dixwazim. Emê dest ji vê têkoşînê bernedin, piştî me jî wê ev têkoşîn bidome.”
‘Ev qad şahidê me ye’
Piştî Perîhanê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan axivî û got got: “Emê 365 rojan li her qadê li windayên xwe bigerin. Ev têkoşîn lêgerîna edeletê ye. mafê me yê herî xwezayiye ku em aqûbeta windayên xwe bipirsin. Lê ne dîtina windayan, berpirs nayên darizandin. Me gelek bedel dan, em qad şahide.”
‘Ne ji me re bila ji wan re derbasî be’
Pervînê têkildarî destnedanan de jî wiha got: “Rakirina destnedanan li pêş têkoşîna me ne astenge. Em ji xwe li her derê rastî zext û şîdetê hatin. Emê li cem gelê xwe cih bigirin. Bila kes ji me re nebêje derbasî be, bila ji wan re derbasî be.”
‘Mafê jiyana me tê astengkirin’
Vî hefteyê Bîhter Meral Patçik daxuyanî xwend û got: “Tirkiye ketiye feqa şîdeteke hilweşandî. Mafê me yê jiiyanê, mafê mey ê xwe gîhandindina heqîqet û edeletê û aştiyê tê astengkirin. Kesên ne ligel desthilatdariyê tên cezakirin. Li Tirkiyeyê daraz ne li gorî serbixwebûn û bêalîbûnê, li gorî polîtîkayên desthilatdariyê tevdigerin.
Piştre jî Meralê çîroka Nezîr Acar yê 28 salî ku li gundê Yalniz yê Kerborana Mêrdînê hat windakirin vegot. Her wiha hat diyar kirin ku bila aqûbeta Nezîr Acar yê ku ev24 sale tê veşartin bê aşkerakirin û cezayê edeletê pêk bê.
(hu)