Xizmên windayan: Em jî te weke Serokomar nabînin
15:24
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta dayik, bav, zarok, xwîşk û birayên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin li Amed û Êlih di çalakiyên li darxistin de pirsîn û gotin: "Erdogan digot gel van parlamenteran naxwaze. Em jî te wekî serokomar nabînin."
AMED
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ronîkirina awûbeta kesên ku hatine windakirin û qetilkirin cara 380'an li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 17-31 Gulanê Hefteya Têkoşa li Dijî Windakirinên di Bin Çavan de ye û ew ê têkîldarê hefteyê hin bernameyan li dar bixin. Racî got ku ew 380 hefte ne li vir aqûbetê windayên xwe digerin. Racî bal kişand li ser rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê jî û wiha axivî: "Rakirina destnedayînên wekîlên HDP'ê nayê qebûlkirin. Dewlet dixwaze wekîlên HDP'ê bin çav bike û bigire. HDP'ê li meclîsê ji bo Tirkiyeyê şansek e. Divê dewlet bi lez vê biryarê biguherinê."
Îffet Mutaş a ku birayên wê Mehmet Tekdag û Alî Tekdag di bin çavan de hatin windakirin axivî û deyar kir ku ji 1993-1994'an heta niha windayên xwe digerin û wiha got: "Em her hefte tên vir û aqûbetê windayên xwe dipirsin. Em heta dawî aqûbeta windayên xwe bigerin û heta cenazeyên me neyê dîtin em ê her hefte jî aqûbetê windayên xwe bipirsin."
Piştre Hatîcê Tekdağ jî aqûbeta hevjinê xwe Alî Tekdagê pirsî. Tekdag anî ziman ku heta ku canezeyên windayan nebînin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Kiymet Zengîn jî anî ziman ku Serokwezîrê li Tirkiyê Erdogan derdikeve televîzyonê û dibêje gel wekîlên we li mêclîsê naxwazin û ev tişt got: "Em jî li vir bang li serokomarê Tirkiyeyê dikin. Em jî te wekî serokomar qebûl nakin. Em dewletê şermezar dikin. Her hefte jî ten vir û aqûbeta windayên xwe dipirsin. Em ehr hefte jî bên û aqûbeta zarokên xwe bi pirsin."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD'ê cara 380'emîn li Kolana Gulîstanê ji bo kesên hatine windakirin û qetilkirin çalakî li dar xistin.
Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku bi destpêkirina pevçûnan ve êşên wan jî zêdetir bûye. Bagatir destnîşan kir ku li Kurdistanê qadên ku sivîl lê dijîn tê bombebarankirin . Derhêner Veysî Altay ê ku tevli çalakiyê bû jî gotina hikûmtea AKP'ê ya ji bo windayan a "Di dema me de nebû em çima hesabê vê bidin" bi bîr xist û got ku dewlet bênavber qatlîaman didomîne.
'Musa Çîtîl disa qetil dike'
Veysî der barê Mûsa Çîtîl ê kiryarê windayan e û her hefte Dayikên Şemiyê navê wî tînin ziman jî wiha got: "Kujerên ku her hefte em navnîşanên wan didin îro li Sûr, Cizîr û Sûrê xwîşk û birayên me zarokên me qetil dikin. Dîsa bajarên me dişewitînin. Dîsa em nikarin xwi bigihînin cenazeyên windayên xwe."
Vê hefteyê li ser navê xizmên windayan rêveberê ÎHD'ê Fahrettîn Asubay axivî û got ku Tirkiye xwe li pişt demborîna 20 salan vedişêre û dixwaze li ser serlêdanên xizmên windayan bigire û wiha got: "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
(zt)