Hemleya 'Na ji zewaca temen biçûk re' dest pêkir

16:21

JINHA

AMÛDÊ - Bi pêşengiya Desteya Ciwanan û Yekîtiya Ciwanên Rojava bi dirûşmeyê "Zewaca keçên temen biçûk civak û mirovatiyê tehdîd dike, ka tu jî bi tevlîkirina dengê xwe li dengê 'Zarok ne hevjîn' re, rê li ber zewaca temen biçûk bigire" hemleyek hat dest pêkirin.

Desteya Ciwanan îro bi tevlîbûna Yekîtiya Ciwanên Rojava bi dirûşmeya "Zewaca keçên temen biçûk civak û mirovatiyê tehdîd dike, ka tu jî bi tevlîkirina dengê xwe li dengê 'Zarok ne hevjîn' re, rê li ber zewaca temen biçûk bigire" hemleyek li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê dest pêkirin. Hemleya ku bi armanca pêşî girtina zewacên temenê biçûk hatî dest pêkirin li bajêr jî rastî eleqeyek mezin hat. Ciwanan li ser dîwarên kolan, baxçe û dibistanên bajarê Amûdê wêne û afîş daliqandin. Li ser afîşan nivîsên "Zarok ne hevjîne", "Me ji zaroktiya me bêpar nehêlin", "Na ji şikandina vîna zarokan re" û "Zewaca temen biçûk kuştina laşê jinê ye" cih girtin. Her wiha li ser afîşê hin zagonên Desteya Jinê jî hatibûn danîn. Zagonên Desteya Jinê jî wiha ye; Nabe ku keç beriya temenê 18 salan bizewice û her kesê ku vê yekê pêk neyîne wê ev zagon li ser werin pêkanîn: Sê sal heya 7 salan wê bavê keçê, hevjînê wê û kesên ku mehr çêkirine dê bikevin girtîgehê. Her wiha wê bavê keçê û aliyê ku mehr çêkirine wekî hevkarên di tezwîrê û nepêkanîna zagonan de werin dîtin û hesab ji wan dê were xwestin.

(rh/hs/rc)