Gelê Qamişlo bi meşek girseyî berxwedana Bakûr silav kir
18:31
JINHA
QAMIŞLO- Gelê Qamişlo ji bo silavkirina berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê meşeke girseyî pêk anî û bi dûruşmeyên 'Bijî YPS' piştgiriya xwe diyar kirin.
Gelê Qamişlo îro xwepêşandaneke girseyî pêk anî û berxwedaniya li Bakûrê Kurdistanê silav kir. Meşa ku ji Qada Osman Sebrî ya taxa Hilîliyê ya bajar dest pêkir heya Qada Şehîd Rûbar ya taxa Xerbiyê domiya. Di meşê de bênavber diruşmeyên "Bijî Berxwedana Nisêbîn, Şirnex" û "YPS dimeşe erd û esman diheje" hate berz kirin. Her wiha pankartên wek 'Nisêbîn ne bi tenê ye, Qamişlo li pişta te ye', 'Berxwedan rêya serketinê ye' û 'Em têkoşîna xweseriya Bakûr pîroz dikin' hate hilgirtin. Gel bi hilgirtina alên PYD, Kongreya Star, YPJ-YPG, TEV-DEM meşa xwe ya bi coş da destpêkirin. Ji meşê re jinan serkêşî kirin. Her wiha endamên jin ên HPC'ê jî erka parastina xwepêşandanan bi cih anîn.
'li hember berxwedana bakûr dewlet bê çare maye'
Rêvebera Kongreya Star a Qamişlo Henîfe Mihemded îşare bi peymana sedsalî ya Sykes Picot kir û da zanîn ku gelê Kurd li beramberî vê berxwedanê dê berxwedaniya sedsalî bide meşandin û wiha domand "Em bi tu awayî sînoran nas nakin, jixwe ev sînor bi xwînê hatiye rakirin. Lewma em bangî PDK'ê dikin ku bila van sînoran ji holê rake." Henîfe di dawiyê de jî dubare berxwedana li Bakûr silav kir û got "li beramberî berxwedana gel li Bakûr, dewleta Tirkiyê bêçare maye. Lewma ewqas hovîtiyê dike. Dê gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî bigihîje azadiya xwe."
'Bakûr û Rojava yek dil û yek rûhe'
Di dawiya meşê de li ber Qada Şehîd Rûbar, ji hêla hevserokê meclîsa Gel a bajar Ferûşah Remezan ve axaftin hate kirin. Ferûşah di axaftina xwe de diyar kir ku ew dengê berxwedana Bakûrê Kurdistanê ji nêz ve dibihîzin û silav li vê berxwedanê kir. Ferûşah got "Erdogan li beramberî gelê Kurd şer îlankiriye. Lewma di vê qonaxê de divê gelê Kurd bibe gelê berxwedêr, gelê şerker." Ferûşah di dewama axaftina xwe de got "Di herêmê de du enî li beramberî hev di nav şer de ne. Yek ya AKP, çeteyan wek El-Nûsra, Ehrar Elşam, DAIŞ û hêzên hevakar wek ENKS'ê ye ku tunebûna gelê Kurd hedef dikin, eniya din jî eniya berxwedan û yekîtiyê ye ku gelê Kurd jê re pêşengtiyê dike. Em li vir dubare dikin ku Bakûr û Rojavayê Kurdistanê yek dil û yek ruh e."
Piştî axaftinan bi dirûşemyan meş bi dawî bû.
(ja/en/rc)