'Jinên Îranê dikarin dibiniya KJAR'ê de rêxistin bibin'

09:10

Şengar Biradost/JINHA

RANYA - Aktîvîsta rêxistinên jinan Esma Xoresan di derbarê rewşa ku niha jin li Îranê dijîn de wiha got: "Ger jin di qada siyasî de xwe pêş nexe û ji siyasetê tênegihîje, nikarin ji rewşa heyî xwe rizgar bikin. Ji ber Îran pir ji jin û hêzê jinê ditirse. Hêza jinan pir zêde ye, dikare di hemû qadên civakê de bi awayek aktîf xwe rêxistin bike. Lewma ji bo ev tişt pêş nekeve, bi pêş xistinên bê exlaqî dixwaze civak û jinê weke amûrekê ji xwe re bixebitîne."

Aktîvîsta rêxistinên jinan Esmer Xoresan a ji bajarê Meşhed ê Îranê, niha li bajarê Raniya ya Başurê Kurdistanê kar dike. Esma di derbarê rewşa jin û ciwanên Îranê de ji ajansa me ya JINHA yê re nirxandin kir û got: "Jin dikarin pirsgirêkên xwe yên bingehîn dinav tevgera azad ya jina ku li Rojhilat di bin navê Komelgeya Jinanî Azadî Rojhelatê Kurdistan (KJAR) xwe rêxistin kirye de çaraser bikin."

"Ez dixwazim li ser rewşa jinan li Îranê bi axvim. Jin niha li Îranê di bin zext û tehdîdên rejimê yên tund de dijîn. Rejim hemu planên xwe yên qirêj ser jinan di din meşandin. Jin li îranê di pir aliyên cuda de bin destin, taybet ji jinên ku di maldene hîn zêter van êş û zehmetyan dikişînin. Çunkî jin ji sibê heya êvarî mijulî kar û zarokan dibe, timî wek karkerek bê heq dest dixebitin. Timî ji ber jinbûna xwe hatiye perçiqandin û durxistin. Jinên ku karê ji derve ji dikin bi şêwazek din di zextên zilam de dijî jin tenê bi awayek şiklî dinav kar dane, her çiqas li pir deran ji zilam jî zêtir di xebitin; lê heq desta wan wek ya mêr nîne. Ji bo wê jî pêwîste jin bi xwe pêşxistinê rêxistina xwe hîn mezin bikin û serî netewînin. Dikarin bi xwe gihandina fikrê Rêber Apo bigêjin ramanek ronak."

'Mafê jinan ê bijartin û hilbijartinê bi formalîte tê kirin'

Esmer destnîşan kir ku jinên di nava pergalê de cîh digirin weke pergalê şêwedigirin û wiha berdewam kir: "Di helbijardinan de jimarek jin wek nimune derketin pêş û di nava parlemanê de cîhgiritin. Ew jin her çiqas wek jin diçin nav parlementoyê di rastiyê de bi zihiniyeta zilam kar dikin, ji bo wê jî nikarin ji çarçoveya pergala rejîmê derkevin. Ev jin wê nikaribin nunertiya jinan û civakê bikin. Di aliyek din formalîte buna helbijardinan derdixe berçavan. Çunkî bi rastî dewlet bi xwe kesên ku biçin meclîsê diyar dike. Ji bo wê jî çuna gel bi taybet jî ya jinan ya ser sendoqan tiştek formalîteye."

'Bi ferzkirina laçikê dixwazin jinan bidin girtin'

Esmer ji bo sergirtina jinan jî wiha axivî: "Mijara herî zêde ji bo perçiqandina jinan tê karanîn mijara hîcabê ye. hijmarek polîsên jin hatine erkdarkirin taybet ji bo ku mudaxeleya her tiştek jinan bikin. Birastî ez karim bêjim ku zilma bi navê çeteyên DAÎŞ tê kirin tu cudahiya xwe nîne bi zilma ku rejîm ser gel dimeşîne. DAÎŞ bi eşkere her tiştî dike, lê rejîma Îranê bi awayek veşartî dike. Li gor min tu cudahî nîne."

'Rêber Apo jin vegerandiye ser cewher û heqîqetê'

Esmer diyar kir ku niha tenê ne li Îranê li her deverê jinên ku ji dîrokê heya niha bi berhemên keda destê xwe reng dane jiyanê bûne sedema tirsa deshilatan û wiha dom kir: "Her çiqas îro deshlat ser jinan serweriya xwe dixwaze ferz bike jî, lê divê neyê jibîrkirin di tevahiya dîroka mirovahiyê de avakara jiyanê bûye. Ji bo wê jî misoger pêwîste jin felsefe û ramanên azadiyê yên Rêber Apo nas bike, dîroka xwe nas bike. Rêber Apo tenha kese ku behsa mirov bun û mafê jin kir û pêk anî. Ew takane Rêbere ku jin vegerand ser rastiya cewher û heqîqeta xwe. Her çiqas ev 17 sale di zîndanê de tê girtin, lê di her fersendekê de ji jinan re peyam û silavên tayebte şandiye."

'Azadiya jinê azadiya civakê ye'

Esmer bilêv kir ku divê jin ji bo azadiya xwe di nava tevgerê debin û wiha pêde çu: "Ezê despêkê gotina Rêber Apo ya 'Ger jin azad nebe, civak jî azad nabe' bigirim dest ji bo giringiya azadiya jinê. Elbete pêwîste jin jî azadî weke pêwîstiyeke sereke ji xwe re bibîne û hewl bide bi têgihîştin bi felsefeya azadiyê xwe ji bindestî rizgar bike. Despêkê xwe nas bike, çewaye û dibe çewa bibe, pêwîste derxe zanabû nê. Têbikoşa zarokên xwe bi taybet zarokê keç di vê çarçovê de perwerde bike. Hewl nedin ku jiyana xwe ya derbasbuyî li ser keçên xwe ferz bikin. Dibe li mal de jî berdewamî xwe perwerde bikin, bixwîne, lêkolîn bike û xwe nas bike."

'Bedelê hemû bê exlaqiyên rejîma Îranê jin didin'

Esmer balkişand ser rewşa niha civaka Îranê têde dijî û wiha axivî: "Civaka Îranê di rewşa heyî de gelek pirsgirîkên exalqî tê dîtin. Ger li Îranê ew qas buyerên xwekoştinê pêşketine, ji ber van pirsgirîkên heyi ye. Dewleta Îranê pir mijarên ku pêwendiya xwe bi civak û exlaq re nîne bi navê exlaq ser jin disepîne. Hewl dide ku civakêk bi temamî ser bingê ajoyan pêş bixin. Bin navê pêwîtiya mirov û xwezayê, hewl didin ku pirensîp û exlaqê civakê lawaz bikin. Bê goman jin jî mecbûr tê kirin bedelê tevahî bê exlaqiyên ku deskeftê hişmendiya mêre, bide u her tim weke gunehbarek tê mêze kirin. Ger di qada siyasî de xwe pêş nexe û ji siyasetê tênegihîje, nikarin ji rewşê heyî xwe rizgar bikin. Ji ber îran pir ji jin û hêzê jinê ditirse. Hêza jinan pir zêde ye, dikare di hemû qadên civakê de bi awayek aktîv beşdar bibe. Lewma ji bo ev tişt pêş nekeve, bi pêş xistinên bê exlaqî dixwaze civak û jinê weke amûrekê ji xwe re bixebitîne."

'Ciwanan bi madeyên hişberiyê mijul dikin'

Esmer da zanîn ku piştî jinan mijara dinê ya herî zêde rejîma Îranê serdisekine jî rewşa ciwana ne û wiha domand: "Yek ji rêbazên ku pir cidî ser diseknin jî bi rêya madeyên hişberiyê ciwan xebitandine. Îranê piranî karê ciwanan kiriye belav kirin û firotina Madeyên hişber e. Dewleta Îranê madeyên hişber hem çê dike û hem jî belav dike. Pişre jî dibêje derve derbasê Îranê kirine, elbete ev nerast. Ev mijar jî li hember pêşektina jinan astenge. Bi taybet jî şêwazê cil li ber kirin û kefye ne mijareke wisa ye ku bibe sedemê ew qas zext û çewsandinan. Jin jî ji ber tênegihîştina siyasetê ji her axaftinên wan bawerdikin."

Peyama Esmer ji bo jinên Îranê

Peyama Esmer ji bo jinên Îranê jî wiha ye: "Ez jî weke jineke fars hemû jinên Îranê rexne dikim. Pêwîst dike ew jî êdi bikarin vê rastiyê bibînin, xwe nas bikin û bikarin ji bo ser keftinê gav bavêjin. Ji bo xwe, dayk û xweşkên xwe jî buye hewl bidin tevgerê azadîxwaziya jin bi rêbertiya Rêber Apo nas bikin. Pêwîste bizanin kîne û dibe kî bin. Di çarçova pirtûkên Rêber Apo de xwe perwerde bikin, heya bikarin xwe ji qirêjiya pergala Îranê rizgar bikin. Tevgerê azadiya gelê kurd tenê tevgerêkî kurdî nîne, her netewek ji fars bigre heya ereb, belûc, azerî, kurd û hemu neteweyên dervey Rojhilata Navîn din ava xwe de dihewîne.

Ez bang li hemû jinên Îranê dikim ku vê fikir û felsefeyê nas bikin. Tevgera azadî mînaka herî başe ji bo jinê, ji berk û hemû jinên li her derera cîhanê dikain xwe têde bibînin. Mînaka herî berçav ji serkeftina tevgera azadî, berxwedana Rojava û taybet jî Kobanê bu. Bi sedan ciwanên ji gelek deverên cîhanê hatin beşdarî şerê ji bo azadiyêbûn. Mijara ku li vir bala cihanê kişand, qehremaniya hemû gel û taybet jî jinên têkoşerên kurd bû. Bê guman ev jî deskeftiyeke têkoşana Rêber Apo ya bi salane, lewma pêwîste jin nas kirinê raman û fikrê azadî zêdetir ji nan û av ji xwe re pêwîst bibîne. Xwe ji hişmendiya deshilatdar a pênc hezar salî rizgar bikin. Felsefeya Rêber Apo îro tenê alternatîf û rêya çareseriyê ye ji bo hemû jinan. Dibe bikarin dengê xwe bi dengê azadîxwaziya gelê kurd re bikin yek û weke jin yekgirtî û yek dil bin. Ji bo malbat, zarokên xwe û tevahî jinan têkoşîna xwe bilind bikin."

(zt)