Şervînê astengdariya xwe nekir kelem û bi vîna xwe bawer kir
09:11
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Li Kantona Efrînê Şervîn Elo (19) ya astengdar wêne ji xwe re kiriye deng û peyv ji ber vê tevahî astengiyên li pêşiyê xwe daniye aliyek û wêne xêzdike.
Ligel her astengiyê jiyanê Şervîn Elo(19) ya astengdar bi riya hînbûn û pêşketinê vîna xwe bi hêz kiriye. Şervîn a ku lal û kere ligel vê yekê li gorî hevtemeniyên xwe pir giran mezin dibe, ji hunerê gelek hezdike. Şervîn hunerhezeke mezin e û dixwaze bi hunera xwe jî hebe, lewma di rêxistinkirin û pêşketina qada çand û hunerê de jî dibe xwedî rol. Ew beşdarî kongreya Çand û Hunerê ya Kantonê dibe. Hewiha tevlî dewreyên wênesaziyê bûye û di pêşengeha çandî de wêneyên wê bi sernavê 'Qêrîna Rengan' hatiye pêşandan û xelat wergirtibû. Şervîn piranî di wêneyên xwe de rastiya jiyanê ya bi êş û kêfxweşiyan re dagirtî bilêv dike. Herî zêde jî jin û zarok fîgûrên wêneyên wê ne.
'Keça min bi riyê hûneran hestê xwe diyar dike'
Dayîka Şervîn Hemîde Elo diyar kir ku keça wê bi meraqek mezin wêne xêzdike û wiha qala azweriya Şervînê kir, "Ji ber ku keça min lal û ker e, pir tiştên ku dixwaze bîne ser ziman tenê bi rêya hunera xwe vedibêje. Ev tekane rêya axaftin û xwe îfadekirinê ya keça min e."Hemdiye da zanîn ku Heyva Sor a Kurdistanê xwestine Şervînê derman bikin da ku guhê wê bibihîze û wiha pêde çû, "Lê diviya ew biçe derveyî kantonê û Şervîn ev yek qebûl nekir. Nexwest ji vir dûr bikeve." Hemdiya bilêvkir ku heya niha Şervînê 40 wêne xêz kiriye û got dexwaza wê tenê mirada keçê wê bi cih bê ye.
'Dewlet cihêxwazî li keça min ya astengdar kirin û ne hêştin bixwîne'
Hemîde da zanîn ku Şervîn ji dema zayînê ve wiha astengdare û bedena wê jî giran pêşdikeve û got, "Keça min bedena wê lewaz bû. Heya 5 saliya xwe nekarî bimeşe. Jixwe heya niha jî ew pêşketina xwezayî ya her ciwanekê nejiyaye. Me çendîn car serdana saziyên dewletê kir, ji bo ku Şervîn bikaribe biçe dibistana astengdaran. Herî kêm li wir fêrî xwendin û nivîsandinê bibe. Bi hevalên wek xwe re aşîna bibe û ji çarçoveya teng a malê derkeve. Lê ji ber em Kurdin, cihêxwazî li keça min ya astengdar kirin û ne hêştin."
'Li ser lênûska birayê xwe wêne xêzdikir'
Ligel ku Şervîn nikare biçe dibistanê û fêrî zimanê bi îşaretan bibe jî, ew bi rêya alîkariya malbata xwe fêr dibe ku bi îşaretan diaxive. Dayîka wê û endamên malbatê jî bi îşaretan li gel wê diaxivin. Şervîn di nav bêdengiyeke mezin de tê cîhanê, tiştekê nabihîze û lewma nikare gotinekê jî bike, dîsa jî ew di ruh de hestên mezin dijî û dixwaze dengê di hundirê xwe de bîne ser ziman. Hemîde diyar dike ku ew di 8 saliya wê pêhesiyan ku Şervîn wêneyan saz dike û got, "Li ser lênûska birayê xwe resim çêdikir û her ku çû di vî karî de pêşket."
(cc/rc)