Ermeniyên Gêlê dixwazin dêr ji îbadetê re bê vekirin

09:12

JINHA

AMED – Welatiyên Ermenî yên li Gêla Amedê dijîn, daxwaz dikin ku dêra ku di nava kavîlan de maye bê restorekirin û dixwazin bi awayekî rehet îbadeta xwe bikin.

Navçeya Gêlê 50 kîlometreyî ji Amedê dure û ligel xwezaya xwe xwedî taybetiya bajarê antîke. Li Gêlê ya ku gelek şaristanî jiyane, navê wê yê Asurî Aşipalis, Ermenkî Arkatiakert, Suryanî Encil, Rumî Karathiokerta û Kurdî jî Gêle.Ermeniyên ku bi dêr, xan û hemamên xwe şopa xwe li dîrokê hiştine îro jî dibêjin ‘em li virin’ û berxwe didin. Gel daxwaz dikin ku keleh, dêr û hemamên ku rêya wan zehmete bên çêkirin.

Ermeniyên li Gêlê dijîn, diyar dikin ku wan komkujiya mezin ya 1915’an ji bîr nekirine. Ermeniyan got jinan ji bo rastî tecawizê neyên xwe avêtine çemê Dîcleyê û got hîna hestiyên wan di çem de ne. Ermeniyan got zext hîna didomin û gotin ev ji xan, hemam, dêr, tunel û kelehan diyare.

‘Dewlet dêrê çênake’

Keleha Ermenî ya Dîrokî û Dêra Ermenî tevî hemû tiştên hatine jiyîn berxwe dide. Ermeniyên taxê dixwazin ku dêr bên restorekirin û ji îbadetê re vebe. Lê bigumanin ku biçin wir îbadeta xwe bikin. Ji nêzîkatî û bertekên gel ditirsin.Hanim Dîcle got divê dêr bên aktîf kirin û got: “Ez dixwazim dîsa bên vir îbadeta xwe bikin.”

Hanimê da zanîn ku ji bo muslilmanan ziyaret tên çêkirin, divê ji bo Ermeniyan jî dêr bên restorekirin û got: “50 sal berê Ermenî dihatin vir find pêxistin. Dîk serjê dikirin û belav dikirin. Êdî kes nayê vir. Ev der hat talankirin. Kevirê dêrê wêran kirin. Welatî niha sewalên xwe dike dêrê. Tiştek ji dêrê nema. Ermeniyan dêr çêkir. Niha li Gêlê Ermenî nema. Kî wê çêke. Dewlet çênake.”

(hu)