'Yên xwedî wîjdan, nikarin li ber qêrîna dayîkan bêdeng bimînin'
09:13
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Cîgira hevseroka Kongreya Star ya bajarê Til Temir Gulîxan Tahir berxwedana Bakûrê Kurdistanê yê li hember êrîşan û binçavkirina rojnamevanên Kurd nirxand.
Gulîxan Tahîr rewşa ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê destpê kiriye encama binketina hukûmeta AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku HDP'ê di encamê de serket, AKP binektine jiya. Paşê dewleta Tirkiyê û AKP'ê êrîşên xwe li ser gelê Kurd bi hovîtiyeke bêdawî xurt kirin, di encamê de gelek jin, zarok û ciwanan jiyana xwe ji dest dan û malên sivîlan hatin xirakirin û şewitandin."
'Li Şirnex û Nisêbînê hovîtiyek mezin tê pêk anîn'
Gulîxanê komkujiyên dewleta Tirkiyê yên ku li ser gelê kurd pêk tîne şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirkiyê bi hişmendiya xwe ya hovane êrîşî nirxên gelê kurd dike. Ev 8 meh in ku li dijî îlankirina xweseriyên Bakurê Kurdistanê çekên giran bikartîne. Niha di şerê li Nisêbîn û Şirnexê de jî hovîtiyeke ne ji rêzê dide nîşandan. Lê li beramberî kirêtiya xwe, berxwedanî û têkoşîna gelê kurd mîna bersivekî tûj dibîne."
'Ji ber rojnamevan rastî radighînin dibin hedef'
Gulîxanê di nava axaftina xwe de bal kişand ser rola rojnemevanan di eşkerekirina rastiyan de û wiha pê de çû: "Ji ber ku rojnemevan rastiya heyî radixin ber çavan û ji raya giştî re qirêjiya hikûmeta AKP'ê diyar dikin, dewleta Tirkiyê gelek rojnemevan binçav kirine. Ji bo piştgiriya berxwedana Bakur û xwedîderketina li têkoşîna rojnemevanên heqîqetê, rojnemevanên Rojavayê Kurdistanê di 3'ê Nîsanê de hemleya "Na ji bêdengiyê re" dan destpêkirin. Ev hemle her roj kiryarên dewleta Tirkiyê li Bakûr û bi taybet li Navçeya Nisêbînê pêk tîne ji raya giştî ya cîhanê re eşkere dike. Vê dawiyê jî bi dîmenan tê îsbatkirin ku Tirkiyê bi çekên kîmyewî êrîşî gelê sivîl dike, çekên ku li Nisêbînê tên bikaranîn di êrîşên Şêx Meqsûd de bi heman rengî li ser sivîlan hatibûn bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya çeteyan dike û li dijî gelê kurd şerekî dijwar dide meşandin."
Gulîxanê bêdengiya hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan jî şermezar kir û wiha got, "Mixabin bi qasî berxwedaniya ku li Bakur tê meşandin, bêdengiyek heya dawiyê jî ji hêla gelek welatan ve heye. Eger mirovekî xwedî wijdan û exlaq be nikare çavên xwe ji êş û birînên wan deveran bigire. Nikare li hember qêrînên zarok û dayîkan bêdeng bimîne. Ji bo wê pêwîste her kes li wîjdanê xwe vegere û li berxwedana gelê Bakur xwedî derkeve."
(hs/rc)