HDP-DBP Mêrdîn: Banga tevlîbûna mitîngê li her kesê kir

09:13

JINHA

MÊRDÎN - Ji rêxistinên HDP-DBP yên Mêrdînê banga tevlîbûna mintînga ku bi diruşmeya "Li hemberî darbeyê, bi gel re hatina cem hev ya demokratîk" bê lidarxistin hat kirin. Dê sibehê li Qoserê bi tevlîbûna hevserokê HDP, DBP, HDK û KCD'ê li ber şaredariya Qoserê mitîng were li darxistin.

Mitîngên bi diruşmeya " Li hemberî darbeyê, bi gel re hatina cem hev ya demokratîk" a ku ji aliyê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Kongreya Gelan ya Demokratîk (HDK) tê lidarxistin li gelek bajaran berdewam dike. Sibehê bi tevlîbûna Hevserokên HDP, KCD, HDK û Xebatkarên Navenda DBP'ê li ber Şaredariya Qoserê mitîngek bê li darxistin. Beriya mitînga ku bê lidarxistin banga tevlîbûna mitînga ku bê lidarxistin hate kirin.

Hevseroka Rêxistina DBP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglu destnîşan kir ku tevlî ku rêyên siyaseta demokratîk hatiye xitimandin jî ew dev ji rêveberiyekî demokratîk a Tirkiyeyê bernadin û wiha got: "Ji bo ku em pêvajoya 'Darbeyê' vala derxînin divê em tevlî mitînga ku bê lidarxistin bibin. Bi vê hincetê banga me li hemû gelê me yên li navçeyên Mêrdînê dijîn heye ku sibehê werin ber şaredariya Qoserê."

Hevserokê rêxistina HDP'a Qoserê Lokman Yaşar jî anî ziman ku li hemberî hevkariya 3 partiyên bu bune hevkarên darbeyê mitîngên bi gel dane destpêkirin û wiha got: "Em bang li gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi rihê xwe yê serhildanê tevlî mitînga li ber şaredariya Qoserê be lidarxistin bibin dikin."

(kom/zt)