Li ser girtiyên jin ên Girtîgeha Tarsusê îşkence û tundî
09:14
JINHA
MERSIN - Jinên ku ji Girtîgiha Karataşê surgunî Girtîgiha Tarsusê hatin kirin rastî sepandinên dermirovî tên. Jinên girtîgihê neçar dimenin bi kêzikan re jiyan bikin û nayên derman kirin. Jin nikarin pirtuk û kovarên ji wan re tên şandin jî bigrin.
Li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence berdewam dike. Ji hemu girtîgihan agahiyên ku girtî rastî êrîşa leşker û rêveberiyên girtîgehan tên. Di 13'ê adarê de Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Karataşa Edenê bi hîncet ku 'dê bibe girtîgeha vekirî' vala kirin. Bi vê hîncetê 32 jinên girtî ji Karataşê sirgunî Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê kirin. Niha 43'ê jin li Girtîgiha Tarsusê dimenin. Jinên ku li wir dimenin neçarmane bi kêzikan re jiyan dikin.
Zinarê 1 salî jî di girtîgihe deye
Jinên girtî tiştên jiyan dikin bi nameyekê vegotine. Jinan di nameyê de diyarkirin ku li gel wan bebika bi navê Zinar (1) jî heye. Şert û mercên girtîgehê yên ku girtiyên nexweş jî têde nayên dermankirin ji bo bebika yek salî têde bijî gelek zore. Bijîjk di heftyê de carek diçe girtîgehê. Nexweşên ku sevkî nexweşxanê tên kirin rastî tehdit û îşkenca lêşkeran tên û bêyî ku muayene bikin divegerin girtîgihe.
'Leyla Kirboga nayê derman kirin'
Leyla ya ku ji Girtîgiha Tîpa E ya Amedê ji bo dermakirinê kirinê şandin Nexweşxaneya Sinir û Rih a Edenê niha li Girtîgiha Tarsusê Tîpa C ye. Hevalê Leyla yê diyar kir ku her roj Leyla kirîz derbas dike, lê disa nayê derman kirin. Hevalên Leyleyê xwestin ew were dermankirin.
Rêberiya girtîgihê destdaniye ser kovara Jineolojî
Îşkence û tundiya girtîgihan her diçe zêdetir dibe. Demek dirêje kovar, pirtuk û rojneme nadin jinên girtî. Jin nikarin rojnameya Azadiya Welat bixwînin. Rêveberiya girtîgihê dest danî ser kovara Jineolojî yê.
(dt/zt)