POH gefên 'Em ê cihanê li we teng bikin' li zarokan dike

09:15

JINHA

MÊRDÎN - Polîsên ku dibistana zarokan desteser kirin û veguherandin qereqolê, li ser texteyê polekê nivîsên ku tê de dujin, gef û nijadperestî hebû nivîsîn. Polîsan zarok bi gotinên 'Em ê cihanê li we teng bikin' gef li zarokan xwarin.

Dibistanên Sitki Turkoglu û Mezopotamya yên taxên Ersoylu û Mezopotamya yên Qoser a Mêrdînê beriya 4 rojan ji polîsên tîmên taybet ve veguherandin qereqolan û piştî ku zarok ji dersên xwe derdikevin polîs tên dewsa wan û heta saetên serê sibehê nobetê li hundirê dibistanan digirin. Polîsên ku hatin û di hundirê dibistana seretayî ya Sitki Turkoglu de beriya 4 rojan bi cih bun, li ser texteyê polekê nivîsên nijadî, gef û dujin ji zarokan re nivîsîn.

'Em ê cihanê li we teng bikin'

Nivîsên ku bi pênusê reş li ser texteyê polekê bi îmzeya POH'ê hatiye nivîsîn wisa ye: Bixwînin û bibin zilam zarokno. Ger hun bibin çi jî nebin xayinê welat. An na em ê werin û cihanê li we teng bikin.

Nivîsekî din ya li ser texteyekî din bi îmzeya POH'ê hatiye nivîsîn jî wisa ye: "Em ne miletekî ku ji kuştinê hezdikin in. Lê dema cihê gotinê welat be, em ê rehên cihanê jêkin. An hûnê wekî mirovan bijîn an jî wekî mişkên bin erdê bijîn û li rêya gû dê herin. Ne cihana xwe bişewitînin û ne jî bihişta xwe. Me ji mijûl nekin."

Piştî hatina polîsan ya dibistanê ji sedî zêdetir malbatan zarokên xwe ji dibistanê girt û li dibistanên din nivîsîn. Beriya çend mehan caridin tîman li ser gelek dîwarên dibistanan nivîsên bi heman rengî nivîsîbûn lê di derheqê wan de tû doz nehatibû vekirin.

(kom/zt)