Li Çinarê tenê jina xwedî cihê kar Besna
09:34
JINHA
AMED - Ji ber êrîşa ser DBP'a Çinarê hatibû kirin dirungeha Besnayê jî ziyanek mezin dîtibû. Besna ya ku ji ber ziyana gihayî cihê karê wê nikare bixebite li benda şêwirmendiya jinane.
Di 14'ê çileyê de li ser Emniyeta Muduryeta Amedê êrîş pêkhat û di êrîşê de 5 kes mirin. Ev bûyer weke bihane nîşandan û wêdemê agir berdan avahiya Partiyên Herêmên Demokratik (DBP) ê. Wê demê avahiyên HDP û KURDÎ-DER'ê yên di heman avahiyê de jî ziyanek mezin dîtibûn. Tiştên di qada xwarê ya avahiyê de hemû hatibûn rewşa neyên xebitandin. Dirungeha Besna Akbuga ya ku di qata xwarê ya heman avahiyê debû jî ziyanek mezin dîtibû. Dirungeha ku çavkaniya debara Besnayê bû hat rewşa neyê xebitandin.
Besnayê da zanîn ku hemû camên dirungeha wê şikestîne û wiha domand: "Demdirêje dirungeha min nevekiriye. Karê min başdiçu heya ev şewat derket. Ez yekem jina li Çinarê xwediyê kargeha dirunê me. Li deverek weke Çinarê jin pir bi germî li karkirinê nanêrin. Lê min li gel hemû van bertekên neyênî jî pîşeyê xwe domand. Min dirungeh jî nû vekirîbû. Hîna min têde kar nekirî şewitandin."
'Ez êdî bi qasî berê qazanc nakim'
Besna destnîşan kir ku çavkaniya debara wê tenê karê dirunêbû, piştî ku dirungeha wê şewitandin êdî hat rewşa ku nedikarî nan bibe mala xwe û wiha berdewam kir: "Berî ku ez ji wê derketim êdî min nekarî vegerim demên berê, weke berê pere qazanc nakim. Ez dixwazim weke berê bixebitim. Ev 30 salin ez vî karî dikim, keda min a evqas sal di nava du saetan de bi erdê ve kirin yek. Serê sibê xebera min ji bûyerê çêbû. Piştî ku min bihîst hema min xwest biçim dikanê. Lê bi navê qedexeya derketina kolanan heye polîsan nehêla ez biçim. Paşê xebatkarên partiyê hatin, ez jî li gel wan çum. Dema ez çum her kes ketine navê, îtifaye hatiye agir vemirandiye."
Herî dawî Besna anî ziman ku ew li benda şêwirmendiya jina ne.
(zt)