Jinên rêveberiya Kantona Efrînê civîyan
09:53
JINHA
EFRÎN - Jinên di rêveberiya xweser de ji bo nirxandina xebatên xwe û plansaziyê, civînek li dar xistin. civîn li meclîsazagonsazpêk hat.
Jinên di rêveberiya xweser a Kantona Efrînê de cîh digirin ji bo nirxandina xebatên xwe û diyar kirina karên werin kirin civînek pêk anîn. Civîn li Meclisa Zagonsaz Kantona Efrînê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Rapora xebatê ya mehane hate xwendin. Paşê endama Lijneya Navenda Rêvebereya Xweser Fehîme Silêman rewşa siyasî nirxand û taybet ser mijara rizgarkirina Bakûrê Sûriyê û pêşveçûnên çêbûne sekinî.
Fehîme îşaret bi peymana sedsalî ya Sykes Picot da û guhertinên bişerê li Sûriyê û bandora Îran û Tirkiyê divir de anî ziman û wiha domand: "Gelê Sûriyê muxalefeta heyî qebûlnake, ji xwe divê were zanîn ku Rûsye û Emerîka ji bo Sûriyê nexşeyên nû pêşdixin. Li beramberî vê divê projeya wekhevî û yekgirtina gelan were xurtkirin."
Di civînê de nirxandin û nîqaş li ser mijarên siyasî û xebatên rêveberiya xweser jî hatin kirin.
Bernameya jinan danî pêşiya xwe wiha ye:
"-Ziyaretkirina komîteyên herêman û ji wan re çêkirina civînan.
-zêdekirina hejmarên jinên parêzer di saziyên Dada Civakî de.
-Pêwîstî heye ku hişmendiya desthilatiyê, bi taybet di jinê de birêya perwerdeyan were guhertin.
-Jin xebatên xwe bi rêya raporan derxin holê.
-Pêwîste tevahiya jinên di rêveberiya xweser de ji akademiyên siyasî yên Kongreya Star derbas binin.
-Pêwîste Desteya Jinê kargehên taybet bi jinan ên şîr û penîr veke.
-Perwerdekirina tevahiya jinan, bi taybet yên di rêveberiyên xweser de di mijara parastina rewa de."
(fr/hs/zt)