'Eger Sur hatibe şewitandin û xirakirin jî em devjê naberdin
11:27
JINHA
AMED - Li navçeya Surê ji 2'ê kanuna 2015'an heya niha dibin navê 'qedexeya derketin kolana' dorpêç berdewam dike. Serê sibihê li taxên Savaş, Dadanogu, Patihpaşaya û 14 kolanên Surê 'qedexeya derketina kolanan' dawî bû. Welatiyên piştî agahiya rabûna 'qedexeya' Surê bihistin xwestin herin malên xwe bibînin. Welatiyên li noqteyên polîsan hatin sekinandin gotin: "Em dev ji xaniyê xwe yê ku hatî şewitandin bernadin."
Li navçeya Sur a Amedê ji 2'ê kanuna 2015'an heya niha dibin navê 'qedexeya derketina kolanan' de dorpêç berdewam dike. Li taxên Savaş, Dadaoglu, Fatihpaşayê û 14 kolanên Surê 'qedexe' hat rakirin. Welatiyên li noqteyên polîsan di hatin sekinandin çawa barîkat rabûn çûn malên xwe. Kolan hemu bi perçeyên cam û betonê hatine girtin. Ya herî bala mirovan dikişîne jî ji bo dewlet wahşeta ku kiriye winda bike ji kolanan qalikê guleyan kom kirine. Polîsan bi hînceta ku zehf taxrîbat bûne destur nedan welatiyan ku herin malên xwe bibînin û polîsan got: "Heya komîsyona tesbîtê newê hun nikarin bikevin malên xwe."
'Çi bibe bila bibe em dev ji Surê bernadin'
Hêzên dewletê deriyên malan bi boyaxa kesk xêzkirine, gava welatî û çapemeniyê li kolana digeriyan rastî astengiya polîsa hatin. Polîs ji kolanan neveqetiyan û destur nedan ku rojnameger dîmen bikşenin. Hat xwuyakirin hêzên dewletê eşyayên malan hemu bi keyfî şikandine, welatiyan bertek nîşanî hovitiya hêzên dewletê dan. Welatiyan gotin: "Em ê dev ji malên xwe yên hatin şewitandin bernedin." Welatiyan diyar kirin ku polîsan hemu çopa xwe avêtiye nava xaniyan û wiha berdewam kirin: "Polîsan hemu eşyayên me pêşî bi kar anîne û pişt re şikandine. Çi bibe bila bibe em dev ji Surê bernadin. Em ê dîsa werin li malên xwe jiyan bikin." Welatiyên ku piştî qedexeya derketina kolanan nû hatin malên xwe bilêvkirin ku hêzên dewletê eşyayên wan yên bi qîmet dizine. Welatiyên ku hîn taxên wan qedexene li noqteye polîsan tên sekinandin. Welatiyan destnîşankirin ku heya destur nedin ew herin taxên xwe bibînin ew ê sekna xwe berdewam bikin.
(dt/zt)