Berxwedana Şirnexê li hember êrîşên giran di roja 69'an dene
12:11
JINHA
ŞIRNEX - Berxwedana Şirnexê ya li dijî êrîşên hêzên dewletê di roja 69'an de berdewam dike. Di berxwedana xwerêveberiyê de şerê di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN'ê de ji nû ve dijwar bûn.
Li Şirnexê hêzên YPS/YPS-JIN'ê di roja 69'an de li dijî êrîşên hêzên dewletê şer dike û Şirnexê ji êrîşên dewletê diparêze. Şervanên kurd berxwedana xwerêveberiyê di roja 69'an de bi biryardariyek mezin li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê berdewam dike. Di encama şer û pevçûnên dijwar de wesatiya bi tîpa Kobra ji aliyê hêzên YPS/YPS-JIN'ê ve hate rûxandin û herî kên tîmek taybet hat kuştin. Wesayitên ku li bajêr hatîn bicîhkirin ji saetên şevê ve taxên berxwedanê gule baran dike. Li derdora taxa Yenîmahalle jî rojane şer û pevçûnan dijwar diqewime û gelek avahiyên li taxê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin. Ji derveyê êrîşên bi gule baranê taxa Yenîmahalle bi obûsan tê topbaran kirin.
Li taxa Bahçelîevler ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe ve didome, di encama hewldana hêzên dewletê ya têketina taxê de wesayita tîpa Kobra ji aliyê hêzên YPS/YPS-JIN'ê ve hate rûxandin. Wesayita hatî rûxandin hat awayek ne kar anînê û di encama bersiva hêzên YPS/YPS-JIN'ê ku dayî hêzên dewletê de herî kêm tîmek taybet jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bû. Kuştî û birîndarên hêzên dewletê bi ambulansan rakirin Fermandariya Tûmena Cendermeyî a Sînor a 23 emîn.
Piştî rûxandina wesayîta zirxî ji çar aliyan ve êrîşên bi tope baranê li ser bajêr dest pê kir. Bi êrîşên tope baranê re di navbera hêzên YPS/YPS-JIN'ê û hêzên dewletê de şer û pevçûn dijwar bû û li taxên ku şer û pevçûn dijwar bûyî di bin dûyê de ma. Hêzên dewletê li taxên Îsmetpaşa û Cumhurîyet jî sedan avahî şewitandin û li heman tax di bin dûyê de mane. Bi êrîşên hêzên dewletê û şer û pevçûnên dijwar re tevgera hewayî ya li ser bajar didome.
(kom/ozp/zt)