'Eger mala me nemabe jî em ê ser axa xwe kon vedin û jiyan bikin'

13:53

Sarya Gozuoglu - Beritan Canozer / JINHA

AMED - Serê sibehê li 14 kolanên Surê 'qedexeya derketina kolanan' rabû. Jinên ku serê sibehê hatin li malên xwe meyzandin li sere banên ku berê tiştên zivistanê hişk dikirin û hirî dişuştin li taxên hatin xirakirin mêzekirin. Jinên ku bidilêş li Surê mêzedikirin ji ber xwe de gotinên wiha dikirin: 'Eger malên me nebin jî em ê di konan de li ser axa xwe jiyan bikin."

Taxên navçeya Sura Amedê yên weke Hancepek, Savaş û Hasirliyên xwedî dîroka herî kevnin. Di dema dorpêça hêzên dewletê de ev tax bûn şahîdê êrîşan, niha jî dibin şahîdê ku taxên dîrokî ji nexşeyê bên tunekirin. Jin li serê banan li taxê ku hatin raskirin di meyzînin û nizanin ka mala wan li kuderê ye. Jinên ku berê pêşiya mala xwe li ber tîrêjên rojera pakij dikirin, niha ne mal ne diyare. Zarok li serê banan di meyzênin ka berê mamoyê kal li serê kîjan kolanê dondurma di firot.

Dê li ber peravên Dîcleyê li bîranînan bigerin?

Welatiyên ku bîranînên wan dinav bixuran bi wesayîtan hatin avêtin de, li kîjan deveran li bîranînên xwe gerin? Gelo dê welatî li kolanên ku hatin rast kirin yan jî bixurê bûn şahidê dîrokê û liber peravên Dîcleyê hatine valekirin li bîranînên xwe bigerin? Çemê Dîcle niha bixurê dîrokî yên ku li kêleka wê hatiye valakirin hembêz dike. Li taxan tenê pêplîngên bi xwîn û li serê bana qalikên guleyên vala man e. Jin bi çavên xemgînî li banê ku li ser hirî dişiştin û ava bacana zuwadikirin li malên xwe digerin. Di nav gotinên piste pista jinan de dengê 'Eger mala me nemabe, em ê li ser axa xwe kon vedin û dîsa jî jiyan bikin' bilind dibe.

(dt/zt)