Li Silopiya parlementerên HDP'ê malbat ziyaret kirin
15:26
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, çûn serdana malbatên ku di demên cuda de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu çûn serdana navçeya Silopiyê ya Şirnexê û malbatên ku di demên cuda de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û ji malbatan re sersaxî xwestin. Bi wekîlên HDP'ê re hevşaredarên Silopiyayê, rêveberên HDP û DBP'ê çûn serdana malbatan. Wekîlan pirsgirêkên malbatan guhdar kir.
Heyetê piştî malbat ziyaret kirin, derbasî bajaroka Dêrgûlê ya ku bi hezaran welatiyên Şirnexê koçî li wir kirine û malbat ziyaret kirin.
(kom/zt)