Leşkeran çek li Parlementerên HDP'ê kişandin
17:29
JINHA
ŞIRNEX - Parlanemterên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu ji bo biçin serdana walatiyên ji Şirnexê koçberî bajaroka Qesirgê bûne, ji hêla leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkerên heqaret li wekîlan kir, çek dan zikê Ferhat û gef lê xwarin.
Hêzên artêşa tirk a dagirket bi rojan navçeyên Hezex û Silopiyê yên Şirnexê dorpêçkirin û li hemberî gel sûcê mirovahiyê pek anîn. Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu yên ku ji bo serlêdana welatiyên ji Şirnex û navçeyên wê koçber bûne, çûn wan ziyaret bikin, dema wekîl li ser riya gundê Avgamesiyan bûn, ji lêha leşkerên artêşa tirk a dagirker ve hatin rawestandin. Piştî wekîl li ser riya bajaroka Qesirgê ya navçeya Cizîrê hatin rawestandin, Encu beretek nîşanî leşkera da.
Li ser nîqaşê, leşkeran îdia kir ku ji ber fermana Waliyê Şirnexê ew nahêlin wekîl derbasî herêmê bibin. Li ser berteka Leyla a wekî "Tiştekî wiha bê wate dibe?", leşkeran bi awayekî dij exlaqî bersiva "Dibe lê hûn nikarin derbas bin" dan wekîlan.
Li ser bê exlaqiya leşkeran Ferhat bertek nîşanî leşkeran da û li ser vê leşkeran çek dan zikê Ferhat û gefa kuştinê li wekîlê kurd xwar.
Li ser nîqaşan Ferhat bi heyeta pêre vegeriya Cizîrê û di bin dorpêça maşînên zirxî de ji navçeyê veqetiya.
(kom/zt)