'Jinên Kurd rêwiyên azadiyê ne'
09:00
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Rêvebera Kongra Star Ronahî Til Temir têkoşîna jina Kurd wek rêwitiya azadiyê nirxand û got "Di bingeha şer û pevçûnên dîroka mirovatiyê de, bi piranî armanc bidestxistina azadiyê heye, îro jî rêwiya azadiyê jina Kurd e."
Jinên Kurd di her çar aliyên Kurdistanê, bi pêşketina şoreşa azadiyê re, ne tenê di warê azadiya Netewî, herî zêdetir jî li ser azadiya zayendî û civakî têkoşîna xwe bilind kirine. Lêgera sereke ya jinên Kurd azadî ye. Rêvebera Kongreya Star a bajarê Til Temir Ronahî Til Temir jî nêrînên xwe derbarê azadiyê de anî ser ziman. Ronahî Til Temir bi van gotinan dest bi nirxandina xwe kir, "Azadî carna wek ku mirov ji hemû diltengî an jî azardiliyên xwe xilas bibe tê fikirîn. Heta di hin zimanan de peyvên 'azadî' û 'rizgarî' wek hev di eynî wateyê de têne şuxulandin."
Ronahî di dewama axaftina xwe de ji bo wateya azadiyê wiha got, "Di esas de pêwîste azadî û civakîbûn, bêtir were bidestgirtin. Di encam de ger azadî xilasî ji sînor û zextên nêrînên desthilat, sazî, dezgeh, dewlet û kesayetên desthilat be, divê ev yek baş were gotûbêj kirin. Lîbealîzm peyva azadiyê wek bêsînorî ji bo ferd dinirxîne û takekes dike navenda azadiyê û bi vê jî azadiya civakan dide aliyekî. Jixwe di çanda modernîteya kapîtalîst de takekes her tişta ku wek ferd dixwaze dikare bike. Vê jî wek azadiyê pênase dikin. Lê pir eşkere ye civak di holê de namîne."
'Azadî tê wateya jiyaneke azad, heskirin û wekhevî'
Ronahî bilêv kir ku azadî tê wateya jiyanek wekhevî û wiha pêde çû, "Dema ku mirov dibîje azadî tê wateya jiyaneke azad, heskirin û wekhevî. Mirovên bi fikir û raman, pêşketî û avakirina civakeke nû bi exlaq û fikreke azad. Ku bikare her kes wekehev têde jiyan bike. Li gor nêrîna min azadî tê wateya xweşikbûna mirov, jîrbûn, zanebûn, avakirin û xulqandina tiştên nû, yanî eger azadî nebe jiyan jî nabe." Ronahî di nirxandina xwe de jinên şoreşger ên dîrokî wek Clara Zetgen û Rosa Luxemburg bi bîr xist û got, "Clara dibêje azadiya jinê azadiya tevahiya mirovahiyê ye. Clara rizgarbûna jinê jî di derketin ji bin nêrînê sermayeye de dibîne. "
'Ji bo em bibin jinên azad divê em Zîlan û Arînan nasbikin'
Ronahî wiha dirêjî da gotina xwe, "Jin beriya hezar salan kirine kole. Hem bindesta zihniyeta zilam bûye, hem bindestê desthilatdariyê. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya jinê bi azadiyê heye. Ji ber jin ger azad nebe, xweşik jî nabe, jîr û zane jî nabe. Eger jin azad nebe nikare jiyanê û civakê avabike. Ji ber pêşketina civakê bi pêşketina jinê ve girêdayî ye, azadiya jinê tê wateya azadiya civakê. Jina azad ew e ku di çeperan de şerê zihniyeta qirêj dike. Şehîd Zîlan û Arîn bûn mînaka jina azad. Ji bo ku em bibin jinên azad pêwîste em Zîlan û Arînan nasbikin." Ronahî wiha dawî li axaftina xwe anî, "Divê her jinek xwe azad bike, ji bandorên hêzên desthilatdar ew zihniyeta qirêj a zilamê serdest rizgar bibe. Azadiya xwe bi avakirina civakeke azad û wekhev tacîdar bike."
(en/rc)