Jinên Qoserê: Divê gelê Qoserê ji bo Nisêbînê rabe ser piyan

09:02

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê berxwedan li hember êrîşan di roja 71'an de berdewam dike. Êrîş û komkujiyên ku li Nisêbînê pêk tên rastî berteka jinên Qoserê hat. Jinên Qoserê diyar kirin ku mafê tevahî mirovahiyê ya parastinê heye û gotin gelê Nisêbînê ji bo mafê xwe têdikoşe.

Li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê berxwedan tevî ku "qedexeyê derketinê" di roja 71'an de ye jî berdewam dike. Jinên Qoserê diyar kirin ku dewlet bi tang û topên xwe êrîşê Nisêbînê dike û gotin li hember Nisêbînê zilmek mezin tê pêk anîn. Jinan dexwaz kirin ku Nisêbîn vegere rewşa xwe yê asayî û gotin gelê Nisêbînê ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Jinên Qoserê dan zanîn ku dewlet bi tang û topan bersiva dexwazê gel yê herî rewa dide û wiha gotin, "Bila dewlet ji Nisêbînê tang û topên xwe vekşîne."

'Gelê Nisêbînê ji bo mafê xwe li hember tang û topan berxwe didin'

Merdiye Ay bilêv kir ku heya cîhan hebe gelê Kurd ew ê ji bo mafê xwe têbikoşin û wiha axivî, "Eger niha li Nisêbînê şer nebaya, wê gel bi aweyek xwezayî jiyana xwe berdewam kiribana. Eger Mislimanî bi wan re hebaya wê wiha êrîş nekiribana. Li hember daxwezê aştî û azadî bi tang û topan êrîş pêk tînin. Mafê her mirovek li ser rûyê cîhanê heye. Gelê Nisêbînê jî dewa mafê xwe dikin. Mafê mirovahiyê li kur maye. Ev çi mirovin? Îsraîl jî wiha nekiriye. Gelê Nisêbînê ji bo mafê xwe li hember tang û topan berxwe didin."

'Divê gelê Qoserê ji bo Nisêbînê rabe ser piyan'

Hemşe Demîrkiran jî anî ziman ku divê Nisêbîn vegere rewşa xwe yê berê û wiha berdewam kir, "Li hember Nisêbînê êrîşek dijwar pêk tê. Zîhniyeta ku vî şerî rêve dibe zîhniyetek xirabe. Gelê Nisêbînê dan koç kirin. Divê Nisêbîn veguhere rewşa xwe yê berê. Em dixwazin dewlet ji Nisêbînê derkeve."

'Divê em piştgirî bidin gelê Nisêbînê'

Sebahat Tekîn da zanîn ku divê piştgiriyek mezin ji bo berxwedana Nisêbînê bê dayîn û wiha pêde çû, "Divê em piştgirî bidin gelê Nisêbînê. Bi tang û topan êrîşê Nisêbînê dikin. Divê ev şer bi dawî bibe û aştî pêk were. Ez ji bo tevahî dayîkan aştî dixwazim."

Aysel Arîs diyar kir ku divê gelê Qoserê piştgirî bide Nisêbînê û wiha domand, "Em dixwazin şerê li Nisêbînê bi dawî bibe û aştî bê. Divê gelê Qoserê ji bo Nisêbînê rabe ser piyan û piştgirî bide. Em êdî naxwazin kes bimre. Em dixwazin Nisêbîn vegere rewşa xwe yê berê û gel vegere malên xwe."

(rc)