Şivanên Jin Berhemên Civaka Xwezayî Diparêzin
09:03
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR/AMÛDÊ- Jin bi afirêneriya xwe taybetmendiyên civaka xwezayî diparêzin, ev yek herî bêtir jî bi ked û xwezayîbûna şivanên jin tê dîtin. Şivanên jin ev karê xwe yê tejî hezkirin û zehmetî ji me re vegotin.
Hêzên serdest di dîrokê de her xwestine jinan ji rastiya wan ya afirîner dûr bixin û hemû destkeftiyên dayîka xwedawend bikin malê xwe. Lê jinan her dem li beramberî vê polîtîkaya qirêj, li destkeftiyên ku bidest xistine xwedî derketine. Dema ku mirov li qadên jiyanê yên dûrê dîtinê dinêre dibîne ku jin ji tiştên destpêkê afirandiye qut nebûye. Li Rojava jî, jin di tevahiya qadan de li ser dikê ye. Di astên herî bilind ên rêveberiyê bigire heya dîplomasî, aborî, siyaset û huqûqê de. Lê di jiyanê de jî heman rengê jinê diteyîse. li ser rêyên gund û navçeyan her kêlî dibe mirov rastê hin jinan were ku di destên wan de şiv, keriye pez dane ber xwe û şivantiyê dikin. Ev jî mînakeke din a tevlîbûna jinê ye. Ew bi şivantiyê debara jiyana xwe dikin û bi keda xwe zarokên xwe xwedî dikin. Ji bajarê Amûdê û Til Temir jî jinên wiha hene ku em dixwazin du jinan bi we bidin nasîn.
Caziye Xelef (53) ji gelê Ereb e û li bajarê Til Temir dijî. Caziye dayîka 6 zarokan e û hevjînê wê nexweş e. Caziye ya ku bi sala şivantiyê dike wiha got, "Ez tevî hemû zehmetiyên jiyanê xwe muhtacî ti kesî nakim û bi keda xwe li zarokên xwe xwedî derdikevim. Bi xwedî kirina pez, ez qezenc dikim û em pê debara jiyana xwe dikin. Ez di saet 6'ê sibehê de sewalên xwe derdixim çolê ji bo ku biçêrin, paşê seat 11'an ez wan didoşim û şîrê wan dikim mast, penêr, rûn, dew û hwd. Hem ji bo pêdiviyên malê hem jî ji bo firotinê bikartîn im. Dema pez vedigere malê ez avê didim wan û careke din di saet 2'an de derdixim çolê û ber êvarî wan vedigerînim malê."
'Bi vî karî ez keda we derdixim holê'
Caziye wek şivaneke jêhatî ji demsala çinîna erdan hez dike û dirêjî dide gotina xwe, "Dema ku dibe demê çinîna erdan xwarina pez pir dibe û bi wê yekê şîrê wê jî zêde dibe. Lewma ez vê demsalê hez dikim. Jixwe dema ku aboriya me hinek tengav dibe, em yek ji pezên xwe difroşin û ji bo kirîna pêwistiyên malê û xwarina pez bikar tînim. Ez ji temenê biçûk de karê şivantiyê dikim. Dibe ku şensê min ê xwendinê tune bû, lê bi vî karî ez jî dikarim keda xwe wekî jin derxim holê û ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe bikarbînim."
Hem şivantî hem xwedîkirina malê
Terfe Salih (50) jineke ji bajarê Hesekê ye, li gundê Til Xalid a Amûdê zewiciye û li wir jiyan dike. Terfe wiha behsa jiyana xwe û karê şivantiyê dike: "Ev 20 sal in ku ez karê şivantiyê dikim. Sê zarokên min hene, em jiyanekî asayî dijîn. Hevjînê min karker e, em bi hev re dibin alîkar û debara jiyana xwe dikin. Karê şivantiyê hinekî zehmetiyên xwe hene. Ez jî wekî jin bi van zehmetiyan re hin caran rû bi rû dimîn im. Serê sibehan zû ji xew radibim û hemû pêwîstiyên çêra pez amede dikim. Paşê ez dest bi amedekariya zarokan dikim da ku biçin dibistana xwe. Piştî ku zarok diçin dibistanê ez pez derdixim derve ji bo ku biçêrin. Piştî ku ez wan tînim malê, êdî ez dest bi karê malê dikim. Tevî ku ez zehmetiyan dikşînim jî, lê dîsa ez di navbera herdû karan de hevsengiyekê çêdikim."
'Ez hêzê ji raman û têkoşînê Rêber Apo digrim'
Terfe di nava axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê ya girîng di pêşxistina aboriya civakê de û wiha domand: "Ligel ku bi sedan sal êrîş li hember çanda jinê heye jî, jin têkoşîn û berxwedanek mezin yê hebûnê dide meşandin. Her jinek dema ku karekî dike, berhemekî bi keda xwe bidest dixe û ji bo xizmeta zarok û civaka xwe bikartîne, wê demê ji bo jinê serbilindiya herî mezin e. Ya rast ew e ku mirov û bi taybet jin di vê jiyanê de xwedî ked be." Terfa wek jineke Kurd a ku girêdayî nirxên netewî û welat e, di derbarê xebatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên azadiyê jinê de jî xwedî agahî ye û bi silavkirina vê xebatê dawî li axaftina xwe anî, "Tevî şert û mercên jiyanê yên zehmet jî ez wekî jin hêzê xwe ji raman û têkoşînê Rêber Apo ya di Îmraliyê de digirm. Rêber Apo bûye mînaka berxwedan û têkoşînê. Em ê jî li vir bi keda xwe mil bi mil li kêleka şervanên azadiyê, welatê xwe ava bikin û serkeftinê bidest bixin."
(rh/hs/rc)