Hedefa YPJ ya ku tirsa xewnên DAÎŞ'ê: Yekbûna Kantona ne

09:18

Deniz Yeşilyurt/JINHA

KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek dîrokî didin nîşandan. Şervanên YPJ'ê yên ku hewildidin Kantonên Efrîn û Kobanê bixe yek gotin: "Bila dilê malbatên şehîdên me û gel rehet be, em ê çeteyan ji xaka xwe derxin û çi peywir bikeve ser milê me bicîh bînin."

Hêzên Suriya Demokrat (QSD) di 26'ê kanuna sala 2015'an de bi operasyona dayîn destpekirin Bendava Teşrin ê hatibû azadbirin. YPJ ku hêzek sereke ya QSD'a li Rojava li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşînêk dîrokî da meşandin. YPJ'ê di Hamleya rizgarkirina Bendava Teşrinê de cih digirt hîn jî ewlehiya gelek xalên strastejîk digire û YPJ yiyên ku di ewlehiyê de cih digrin hemu jî di berxwedana Kobanê de cih girtin e. YPJ'ê yên ku armanca wan ya niha Efrîn û Kobanê bixin yek di temenek ciwan de serfirazî di jiyana xwe de bi cih kirin e. YPJ ji bo ewlehiya gel çeteyên DAIŞ'ê taloke dibîne. Bi teybetî jî YPJ'ê ji hebûna çeteyên DAIŞ'ê dinavbera Kantona Efrin û Kobanê de aciz dibin û dixwazin herdu Kantonan bixin yek. Ji loma em mikrofonê direjî kîjan şervanên YPJ'ê dikin diyar dikin ku ew ji bo têkoşîna herdû kantona bikin yek amede ne.

'Ji bo em Kantonan bixin yek çi ji destê me bê em ê bikin'

Yek ji şervanên YPJ'ê Ronahi Gever got ku di pêvjoya serberiya Kobanê û hamleya Teşrinê de jî cih girtiye. Ronahi diyar kir ku bi berxwedana bi hêz bu bersiva yên ku di gotin 'Kobanê ket' û xeyala wan vala derxist û got: "Em dixwazin li Rojava xebata ku Koban û Efrinê bibin yek avabikin. Em bawerin eger li Kurdistanê serketinek wek ya Kobanê bibe, dê çar aliyê Kurdistanê bi ser keve û bibe yek. Em wek şervanên YPJ'ê ji bo Koban û Efrin bibe yek çi bikeve ser milê me em ê bikin."

Çîroka jiyana Gerila Kobanê ya ku bi xwe ji Kobanê ye

Çîroka Gerilla Kobanê ya ku ji Kobanê ye û di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de tevlînava refên YPJ'ê bûyî, di berxwedanê de cîhê xwe girtî jî dişibe ya Ronahi Gever. Wê jî piştî berxwedana Kobanê di nava hamleya Bendava Teşrinê de cihê xwe girt. Gerila balkişand ser lewaziya DAIŞ'ê û wiha got: "Emê hemû çeteyan ji ser axa xwe derxînin. Bila gelê me û molbatên şehîdan rehetbin."

(dt/zt)