Di destê wan de durbîn dilê wan li Şirnexê ne
09:26
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên ku bombebarana li dijî Şirnexe li konên ku danîne bi dûrbûnan temaşe dikin hewl didin rewşa bajar û malên xwe fêm bikin.
Êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê ya li dijî Şirnexê 70 roj in didome. Hêzên dewletê bi topebaran û bombebaranê bajar hildiweşînin. Şirnexiyên ku ji ber êrîşan koçber bûn û li derûdora bajar li konên ku vedane dimînin mal, avahî û kolanên wan ên ku tê bombebarankirin temaşe dikin. Şirnexî her bombeyên ku tên avêtin di dilê xwe de hîs dikin.
Welatiyên di konan de jiyanê derbas dikin çavên wan û guhê wan jî her tim li ser êrîşên li ser bajêr e û her tim nava hizrên cihê ketina bombeyan û teqînan de ne. Bi zêdebûna bombebaranê re bi dûrbînên xwe bajêr temaşe dikin û di kevin nava meraqa cihê bombe lêketine. Şirnexî piştî ku taxên tên bombebarankirin hîn dibin di konan de dest bi nîqaşan dikin.
Berxwedana mezin
Şirnexiyên di konan de dibin şahidê hemû bombebaranên hêzên dewletê, her top û bombeyên ku li bajar dikevin di dilê xwe de hîs dikin. Nîqaşên şirnexiyan jî piranî li ser berxwedana mezin a cîwanên li hemberî êrîşên hêzên dewletê li ber xwe didin e.
(kom/zt)