Li Stenbolê nîjadperestî li dibistanan jî derket holê!

10:04

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL - Xwendekarê dibistana navîn B.Î ji ber ku bazinê kesk, sor, zer xist destê xwe û ji ber ku ji Amedê ye ji aliyê rêveberiya dibistanê û xwendekarên dibistanê ve bi awayekî sîstematîk rastî gotinên nefretê hat. Dayika B.Î tiştên jiyan wiha vegot: “Ji min re gotin keça te li dibistanê siyasetê dike. Min ji mamosteyan re got zarokek di vî temenî de çawa dikare siyasetê bike? min got pankartan vedike, dirûşmeyan berz dike? Wan jî got di destê wê de bazinê kesk, sor, zer heye.”

Polîtîkaya şer ya li Kurdistanê tê meşandin, li bajarên Tirkiyeyê jî wek gotinên nefret û nîjadperestiyê dertê holê. Zarokê ku tirkî nizanibû û di mînîbusê de bi dayika xwe re kurdî axivî, hat kêrkirin, welatiyên ji ber Kurdbûn xanî ji bo kirê nedanê, xwendekarên ji ber ku bi kurdî di telefonê de axivî ji yurdê hat avêtin, bursa wî hat birîn.. gotinên nefretê û nîjadperestî wek parçeyeke konsepta şerê taybet ku li bajarên Tirk xwe daye der, li Stenbolê jî daketiye heta dibistanên navîn. Li navçeya Beylîkduzu ya Stnebolê zaroka 13 salî ya bi navê B.Î li dibistanê bi gotinên nefretê re rû bi rûhat.

‘Şerê bazinê kesk, sor, zer’

Dayik C.Î ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku hevalên keça wê yên polê û îdareya dibistanê keça wê bi dehan carî tehdîd kiriye û keça wê rastî nîjadperestiyê hatiye. C.Î got ev du salin li Stenbolê dijîn û got ku keça wê ji ber ku ji Amedêye kes pê re hevaltiyê nake. C.Î wiha berdewam kir: “Keça min rojekê bi girî ji dibistanê hat. Got ew êdî naxwaze biçe dibistanê. Got xwendekarên din li wê xistine. Keçikên din yên dibistanê dor lê girtine û lêdane. Lê keça min jî bersiv nedaye. Sedemê pevçûnê jî bazinê ku di destê keça min de bû.”

‘Ji keça min re dibêjin ti terorîstî’

C.Î di berdewamiya axafatina xwe de ev tişt anîn ziman: “Min ev êrîşa sîstematîk gelek dereng hîn kir. Her ku êrîş li dijî wê çêbûne, wê jî xwestiye xwe biparêze. 5-6 keçikan, keça min girtine navbera xwe û lêdane. Dema keça min dihat malê, porê wê ji kokê diweşiya. Ez gelek xemgîn bûm, bi saetan nehatim ser hişê xwe. Her tim ji keça min re gotine ‘ti terorîstî, ti kurdî’. Mamosteyên dibistanê jî heman tişt gotine. Rojekê mamosteyê wê yê dersa hunera xweşik di dersê de heqeretê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Dema vê dike jî li keça min dinêre. Keçikek dibêje zora te diçe? Keça min jî dibêj erê û destê xwe li maseyê dide. Min fêm nekir, çi eleqeya dersa hunera xweşik bi Abdullah Ocalan heye.”

Bêtehemuliya li dijî kesk, sor,zer!

C.Î destnîşan kir ku mamosteyêndibistanê li wê geriyane û got: “Ez çûm dibistanê min got we çima gazî min kirî. Ji min re gotin keça te li dibistanê siyasetê dike. Min ji mamosteyan re got zarokek di vî temenî de çawa dikare siyasetê bike? min got pankartan vedike, dirûşmeyan berz dike? Wan jî got di destê wê de bazinê kesk, sor, zer heye. Min gazî hevalên keça xwe kir, min got keça min siyasetê dike? Gotin na, ji berk u ew Kurd e rastî zextan tê.”
Îdareya dibistanê û mamoste her tim li me digerin. Rojekê mamosteyê wênexêziyê gazî min kir. Ez çûm. Çawa ez dîtim got keça te siyasetê dike. Got di destê wê de rengên terorîst hene. Min got ti mamosteyê wêneyane, ti wisa difikirî ku ev rengên terorîstane. Li ser vê tiştek negot. Keça min ne zarokeke ku zirarê bide kesekî din. Xwendekarên Tirk û mamoste keça min teşwîqê pevçûnê dikin.”

(hu)