'Li hember îstîsmara zayendî rabin ser piyan'

10:21

Şehrîban Aslan/JINHA

ÇÊWLÎG - Ji jinên Çewlîgê Şefîka Ay bertek nîşanî îstîsmarên zayendî ên ku di demên dawî de zêde bûne û got, "Zarokên biçûk çewan vê rastiyê bipejrînin. Êdî li hember îstîsmaran divê rabin ser piyan."

Ji ber makanîzmayê parastinê li Tirkiyê tine ye her roj bi dehan zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin, nayên darizandin ango girtin. Ji ber vê jiyanê zarok û jinan her roj di bin tehlûkeyên mezintir de ye. Li Çewlîgê di mehên borî de zarokek 3'ê sal ji aliyê 7 kesan ve rastî îstîsmara zayendî hat û di encamê de tenê yek kes hat girtin. Şefîka Ay (65) ya ku li Çewlîgê şahîdî gelek bûyerên îstîsmara zayendî kiriye û beretekên xwe bi aweyek demokratî aniye ziman wiha got, piştî bûyerên îstîsmara zayendî derket holê gelê Çewlîgê daketin kolanan.

'Her roj bûyerek nû dibihîzim'

Şefîka diyar kir ku li Çewlîgê bertekek bi hêz li hember kesên îstîsmara zayendî pêk anîne nebûye û wiha got, "Li Çewlîgê tenê meş pêk hat. Welatiyên Çewlîgê di demên borî de helwesta wan hîn zêdetir bi rêxistinî bû. Çewlîg demê borî hîn bi ewletir bû. Zarok demê xwe li kolanan derbas kiribana, ne xemê mebû. Ji ber me hev nasdikir û em li hember hev rihet bûn. Pêvajoyên dawî de îstîsmarê zayendî zêde bûne. Em êdî her roj bûyerek dibihîzin. Bûyerê ku herî zêde bandor li ser min kiriye, ew zarokê 16'e salî yê ku bi salan ji aliyê çend kesan ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Tenê ne ev bûyer berî salek zaroka keç yê astengdar jî rastî êrîşê zayendî hatibû. Ez nizam qala kîjan bûyerê bikim êdî."

'Ên ku tevlî çalakiyê nebûn piştgirî dan îstîsmarê'

Şefîka bilêv kir ku ew li hember îstîsmarê tevlî her çalakiyê bûye û wiha domand, "Li hember bûyerê dawî meşek hat li dar xistin. Lê belê kes zêde beşdarî meşê nebû. Ên ku tevlî çalakiyê nebûn piştgirî dan îstîsmarê. Dewlet van bûyeran ji hev derdixe, dikare ewlehiya vê yekê bigre, lê nake. Dewlet pêşiya vê yekê vedike." Şefîka bang li malbatan kir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Bûyerên ku tên serê we eşkere bikin. Bi perayan neyên xapandin û ser bûyerê negrin. Eger ev bûyer hatiba serê zarokê min, minê Çewlîgê tev anîba xwarê. Minê wan kesan teşîr kiriba. Li hember îstîsmara zayendî divê gelê Çewlîgê rabe ser piyan."

(rc)