Jinan odeya aydê xwe afirandin
10:23
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
KOCAELÎ- Kolektîfa Kedê ya Jinê ya Kocaeliyê bi armanca mezinkirina piştevaniya jinê bû komele dibêje: “Me xwest em vê derê ji bo jinan veguherin qada cemawerî. Me xwest em li vir hestek aydiyetê bi afirînin.Em ji gotina Vîrgînîa Woolf ku behsa odeyek aydê xwe dike, derdikevin rê. Ji ber vê jî ev der gelek bi nirxe.”
Kolektîfa Kedê ya Jinê ku li 13 bajarên Tirkiyeyê xwe rêxistin dike,bi bernameyên ku pêk tînin jinan dikin qada jiyanê û ji bo jinan odeyek aydê wan pêşkêş dike. Kolektîfa Keda Jinê di 2013’an de li Kocaeliyê hat avakirin. Di 15’ê Gulanê de bû komele. Jinan cihê komeleyê bi ked û kolektîfa xwe kirin û cihê komeleyê hatibû wêrankirin û jinan bi destê xwe boyax kirin û kirin odeya jiyanê. Pirtûkxaneya ku di 2014’an de vekirin jî navê Sevgî Zagli ku hat qetilkirin danê. Jinan her wiha j ibo zarokan qadeke cuda ya li lîstikê vekirin.
‘Me hewcedariya rêxistinbûnê pê dît’
Seyda Akyuz ku ev du salin li Komeleyê cih digire, balkişand ser avabûna komeleyê ya li Kocaeliyê û got: “Kocaelî yek ji bajarên ku herî zêde kuştinên jinan û tacîz lê tê jiyînê ye. Îstîhdama jinê kême û jin heqdestê wekhev dixwaze. Em têkoşîna vê didin. Ji ber kuştinên jinan û îstîsmara zayendî li Kocaeliyê zêde bû, me hewcedariya rêxistibûnê dît. Li Kocaeliyê kolektîfa keda jinê di 2013’an de hat avakirin. Em xebateke serbixwe ya jinê dimeşînin.”
‘Keda xwe jî bigirin û biçin’
Seydayê destnîşan kir ku jin ji ber pirsgirêkên dijîn serî li wan didin û got: “Me xwest em vir ji bo jinan veguherin qada cemawerî. Me xwest em li vir hesta aydiyetê biafirînin. Em ji gotina Vîrgînîa Woolf ji xwe re tiştan derdixin. Ji ber vê em bo me bi nirxe. Ev der vediguhere cîhanekê. Di asta komelebûnê de me keda jina tevlî kir. Roja min ya herî bi kelecan roja vekirina komeleyê bû. jin li vir kêfxweş bûn. Nêzîkatiya jinan gelek erênî bû. Hêviya me bilind kir.”
‘Hemû jin ligel hevin’
Muşerref Ubuz jî got ew alîkariyê didin jinên ku rastî êrîşa zayendî tên û got ji bo aktîftir bibin, bûne komele û cihe girtine, ev der jî bi keka xwe xweşik kirine. Muşerrefê got ew li vir wekhevin.
‘Ev der odeya jiyanê ye’
Muşerrefê wiha got: “Komele wê atolyeyên cuda vebike. Wê dozan bişopînin. Em dixwazin her jinên ku tên vir bila ji xwe re parçeyekê bibîne. Dema em vê dikin jî em dixwazin rast plan dikin.”
‘Her ku em dest bidin hev, emê xurt bibin’
Ozge Kamîloglu jî got ji bo cihekî wan hebe bûne komele û got: “Me ev der dît. Ev der hilweşiyabû, wêran bibû. Lê me gelek xweşik kir. Me li vir pirtûkxaneyek çêkir. Me bi kaseyên ku ji kolanê anî çêkir. Me navê pirtûkxaneyê kir Sevgî Zagli. Di çarçoveya xebatên komeleyê de rojên me tije derbas dibin.”
(hu)