Li Şaredariya Peyasê ji bo jinan semînera madeya hişbirinê
10:28
JINHA
AMED - Yekeya Têkiliyên gel ya Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo tevahî yekeyên li şaredariyê semînera têkoşîna li hember hişbirin, parastin û hêvîşanê dida, vê carê ji bo karkerên jin ên şaredariyê da.
Bi hevkariya Daîreya Xizmeta Civakî ya Têkoşîna li Hember Hişbirinê a Şaredariya Bajarê Mezin Yekeya Têkiliyên Gel ya Şaredariya Peyasê ya Amedê bernameya semînera têkoşîna li hember hişbirin, parastin û hêvîşanê amadekiribû, vê carê ji bo karkerên jin ên di bin banê Gerînendehiya Polîtîkayên Jin ya Şarderiya Peyasê de xebatê dimeşînin da. Psikolog Serap Çapraz seminer li Navenda Ekîn-Ceren ya Jinê semîner pêşkêş kir û di panelê bi mijarên cûreyên hişbirinê, bandora wê, ji ber çi zarok ber bi madeya hişbirinê ve diçe, azîneya tendirûstiyê çi ye, mirov dê çawa nêzî kesên hişbir bibe û li hember vana tevan dê çawa tevbêgerandin perwerde hate dayîn. Bi taybetî perwerdehî bi awayê dîtbarî hate pêşkêşkirin û bi lezgînî çawa pêşiya vê wê bê girtin da ku bi taybetî jinên serî li navenda jinê dide di van mijaran de xwedî agahî bin, hate nîqaşkirin.
(rc)